Sextekariyiya di ol û îdeolojiyê de
Xwendevanên Hêja!
Rind bala xwe bidin van du şanikên hingiv ku li ser yekê navê Xwedê û li ser ya din jî wêneyê Das û Çakûç hatiye nexşandin.
Kesên ku ev çêkirine, dane xuyakirin ku êdî mêşên hingiv jî rastiya van du baweriyan pejirandine.
Piştî ku teknîka nûjen ji aliyê Rojavayê ve derket, rengê dinyayê bi derbekê hate guhertin. Îcar pêşî xasûkên di nava bisilmanan de bi dengekî bilind bang kirin û gotin: ”Ha wele ev jî di Quranê de heye” û yên di nava îdeolojiya komunistiyê de jî, gotin ku “Ha binerin, hunera teknîkê jî, rastiya îdeolojiya me ye.”
Xasûkên “bisilman” li gor daxwaza xwe, rengê xwezayê bi teknîka Xiristaniyê, didin guhertin û vê yekê dikin hunera baweriya xwe, çewa ku navê Xwedê bi tîpên erebî li ser şanikê mêşên hingiv dane nivîsandin.
Wan kesan xwestiye ku bidin nîşandan ku ango ”mêşên hingiv jî hebûna Xwedê bi xebata xwe dane xuyakirin, lê meriv hene ku hêjî bawerî bi Xwedê naynin.”
Li virê çend pirs li ser çanikê ku navê Xwedê li serê ye tên hişê meriv:
– Xwedayê mezin 313 pêxember hinartine. Xwedê çar pirtûkên mezin û sed pirtûkên piçûk jî bo wan pêxemberan bi riya melik Cebraîl dahatin kiriye. Eger kesek ji van bawer neke, ma wê ji şanikê hingiv bawer bike?
– Ev jîndarên ku şanikê hingiv çêkirine, navê wan bi erebî ”heywan” e. Eger kesek ji hewqas pêxember û 104 pirtûkan bawer neke, ma wê ji berhema heywanan bawer bike?
– Ew belge û materyalên ku hebûna Xwedê didin xuyakirin, heta niha jî ew di jiyana merivan de têne domandin û kes nikare wan bike tune. Lê ev hingivê ku navê Xwedê li serê ye, kesek dikare di nava 5 deqeyan de bixwo, hingê wê navê Xwedê bikeve nava ûr û roviyan û bi navekî din, bi rengekî din derkeve derva. Ew xasûk dê çi navî li vê rewşa nû bike?
Ev navê Xwedê ne tenê li ser şanikê hingiv, lê li ser kêleka sewalên malane jî dane nexşkirin, weke berx, golik û hinên wisa yên din ku niha ew wêne li arşîva me têne parastin. Meriv dikare ji vê yekê re bêjin SOSRET û sosreta sextekaran?
Li ser şanikê din jî, îcar xasûkên komunîst eynî dek û dolab honandine û bi alîkariya teknîka nûjen wêneyê Das û Çakûçê Komunistiyê dane çêkirin ku ango ”ev sîstem riyeke rast e, heta mêşên hingiv jî vê rastiyê dîtine û divê her kes li ser wê rêçê here.”
– Ew şanikê Das û Çakûç jî, ji aliyê wan heywanên ku em ji wan re dibêjin ”mêş” ve hatiye çêkirin. Çewa dê meriv bawerî bi hunera heywanan bîne ku di qoqê wan de ne mix heye û ne jî sêwirandin?
– Ev sîstema xwedanê Das û Çakûçê, di 1917an de dest bi jiyanê kiriye, pêşî mala Kurdan (1946) rûxandiye û di 1991ê de rûxiyaye. Eger sistemeke rast û dirust bûya, bi hindikî wê çend sed sal domandiba. Îcar çewan dibe ku “îlham”a wê sîstemê dikeve hunera mêşên hingiv?
– Pirsa herî girîng ev e: Li Tirkiyê sextekariya gelek şirketên hingivfiroş hatiye peyitandin û Wezareta Tendurustiyê jî dest daniye ser firotina hingivê wan. Niha jî hinek ji wan şirketan di reklamên xwe de dibêjin: ”Kesê hingivê me bikire em sicade, tizbî û qîblename jî belaş didinê.”
Bi hêviya ku hûn ciwanên hêja li vê û yên wisa sextekariyê bisêwirin û biryara xwe ya rasteqîne bidin û bi aqilekî kurdewarî li pêşber dek û dolabên sextekaran rawestin.
Her şad, aram û serfiraz bin…
Stockholm 06/ 01/ 2015
Zeynelabidin Zinar
[email protected]