Hevpeyvîn

Ewnî: Herin bakur rizgar bikin paşî behsa kantonan bikin

Endamekê serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje ku, grûpeke di nav Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de heye dijî berjewendiya doza rewaya gelê kurd dixebite û bi avakirina kantonan dixwaze herêma Kurdistanê parçe-parçe bikin û kurdan bo sedsala 15an paşde vegerînin.

Elî Ewnî endamê serokatiya PDKê di daxuyaniyekê bo malpera (kdp.info) bersiva wan kesan dide yên dixwazin kantonan li herêma Kurdistanê pêkbînin û dibêje:

          Di nav rêzên PKKê de gêncên dilsoz û azadîxwaz hene, lê baskekê seroaktiya wê partiyê bi tu awayî di berjewendiya doza gelê kurd de nînin. Çênabe te herêmeke saxlem hebe û ew daxwaz bikin wê herêmê parçe-parçe bikin û kantonan ava bikin û me bo sedsala 15an paşde vegerînin, ji ber ku kanton ango gav paşde avêtin. Ev kar xizmeta tu aliyan nake, bi tenê xizmeta kesên faşil dike ku dixwazin ew derfeta ji bo avakirina dewleta kurdê hatiye holê jinav bibin.

Ewnî dibêje ku, yên ku behsa dirustkirina kantonan li Şingalê dikin, heta nuha wan kesan nikariye li bakurê Kurdistanê gundekî rizgar bikin:

          Bila yekem car biçin  bakurê Kurdistanê  rizgar bikin û paşî daxwaza kantonan bikin. Ew kesên daxuyaniyên wisa didin ew ji bo têkdana yekrêziya gelê kurd e, ji ber ku tu deman weke îro kurd nêzîkî serxwebûnê nebûne.

Navborî dibêje ku, kes nikare dijî xwesteka xelkê deverê biryar bide, berî nuha jî hindek kes û aliyan bi hevkarî digel hikûmeta Îaqê rêkeftin kir lê sernektin.

Back to top button