Nûnera hikûmeta Kurdistanê li Waşîngtonê dest bi kar kir

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe de bo Amerîkayê, serdana nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û bi fermî destbikarbûna Beyan Samî weke nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê ragehand.

Mistefa di civînekê de digel nûnerê û karmendên nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Waşngtonê, pîrozbahî li Beyan Samî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û got: ”Têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê gelek giring in û nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Amerîkayê  giringiya xwe heye û divê li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên bi Waşîngtonê re berdewam be.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: