Polîtîk

Biryara Şingalê di destê xelkê wê de ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja duşemiyê 05.01.2015ê, serdana bajarokê Sinonê û mezrgeha Şêx Şerefedîn li çiyayê Şingalê kir û digel rêvebirên deverê û nûnerên êzidyan civiya û

 rewşa deverênazadkirî, pirosesa vegeriyana koçberan bo ser mal û milkên xwe, pêdawîstî, xizmetgozarî û rêxistin û aktîvkirina saziyên hikûmetê li wan deverên ji bin destê terorîstên DAÎŞ hatin azadkirin di civînê de hatin gotûbêj kirin.  Serokwezîr got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dê lêbixebite ku hemû saziyên hikûmetê vegerin deverê û rê ji bo vegerandina koçberan xweş bike û ji bon vê yekê jî tîmeke taybet ya hikûmetê hatiye pêkanîn.

Serokwezîr rola fermandar û pêşmerge ku, her ji destpêka êrîşên DAÎŞê li deverê û çiyayê Şingalê man bilind nirxandin û got: Em bejina xwe li hember şehîdan ditewînin û rola wan qaremanên li çiyayê Şingalê liberxwe da û bi morxasna bergirî ji deverê, çiyayê Şigalê û mezarê Şerefedîn kir bilind dinirxînin.  Barzanî bi taybetî behsa rola Qasim Şeşo, Qasim Simêl, Qasim Dirbo, Xelef Murad, Eto Hebabî û Feqîr Bedel Elyas kir.

Serokwezîr serdana mezarê Şerefedîn kir û li wir di preskonferensekê de behsa armanca serdana xwe ya bo deverê kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.

          Em hatine mezarê Şerefedîn da wan qaremanan bibîniîn yên ku, di nava çend mehan de li çiyayê Şingalê man û bergirî kir, em bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê destxweşiyê li wan dikin û westiyan û xebata wan bilind dinirxînin. Serdana me bo  mezarê Şerefedîn, peyama meye bo xwîşk û birayên me yên êzidî ku, hikûmeta herêma Kurdistanê qedirê wanm dizan e û em têdigihin ka birîna wan çend kûr e, lê sipas ji bo Xweda ji encamê xebat û berxwedana wan mêrxasan nuha dever bi timamî hatiye azad kirin û sipasiya wan mêrxasan dikim ku, nehişt ev cîyê pîrozê êzidiyan bikeve destê çekdarên DAÎŞ.

          Me digel îdareya deverê bi hûrgilî behsa pêngavên bên yên di warê avadankirin û gihandina xizmetan kir ka çawa xizmetgozariyên îdarî bo xelkê deverê berdest bikin,  hêvîdarîn piştî bi timamî Şingal tê azad kirin xelk bo ser mal û milkên xwe vegerin û bi timamî xizmetgozarî ji bo jiyana hevwelatiyan bên dabîn kirin.

Li dor pêdana tezmînatan bo lêqewmiyan, serokwezîr got ku, dê komîteyeke hikûmeta herêma Kurdistanê serdana deverê bike û  her devereke di îmkanên me de be em dê tezmînatan bi xelkê wê deverê bidin, her tiştekî pêwîst be û wezîfeya hikûmetê be, hikûmeta herêma Kurdistanê dê cîbicî bike.

Di bersiva pirsekê de li ser bijênosîdanaskirina karesata Şingalê, Nêçîrvan Barzanî got:

          Me ji bona vê yekê komîteyek pêkanîye û du wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê digel çend şahidên bûyeran di wê komîteyê de cî digirin, bi baweriya me ya bi ser êzidiyan hatî li gor hemû pîvanan jênosîda ye. Her xebatek ji bona li ser astê navdewletî nasandina karesata Şingalê bijênosîda pêwîst be, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bike.

Çima pêşveçûnên pêşmerge li nav bajarê Şingalê rawestiyan? Barzanî got:

          Ew pilana yekem car hatiye danan azadkirina senterê Şingalê di nava wê pilanê de nebû, biryar nebû pêşmerge biçe nav Şingalê, operasyonên pêşmerge bi tenê ji bo rizgarkirina çiyayê Şingalê, bajarokê Snonê û derdûra wê bû. Her dema Şingal bibe armanca rizgarkirinê ji aliyê pêşmerge ve, hîngê dê bikeve di bernameya operasyonan de.

Li dor azadkirina jinên êzidî yên di destê DAÎŞê de ne, serokwezîr gor ku, ji bona azadkirina jinên êzidî yên di destê DAÎŞê de ne hikûmet di nava xebatên berdeweam deye, lê hemû tişt li ragehandên nayê behis kirin.

 Şêx Îsmayîl, kesatiyê ola êzidiyan û maneger mezarê şêx Şerefedîn li dor serdana serokwezîrê herêma Kurdistanê bo deverê got:

          Em bi serdana birêzan serokê herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bo çiyayê Şingalê û mezarê Şerefedîn gelek kêfxweş bûn.

          Serdana birêz serokê hikûmetê bo mezarê Şerefedîn, ango serdana wî bo mala timama êzidiyan û îro ji bo me cejin bû. Em hêvîdarin hatina serokwezîr, ji bo Çiyayê Şingalê bibe xêr û em ji xwedayê mezin dua dikin ku, serok Barzanî û cengawerên êzidî, Qasim Şeşo û hemû êzidiyan biparêze û Şingal jî bi timam bê azad kirin.

Ji aliyê xwe ve, Qasim Şeşo ku, yek ji wan fermandarên pêşmerge bû li çiyayê Şinaglê mabû got:

          Hatina birêz serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ji bo deverê dîrokeke ku tu carî ji bîr naçe û ciyê dilxweşî û serbilindiya me ye. Em dixwazin ji wan kesan re yên digotin pêşmerge ji Şingalê revî bêjin: bila niha bizanin pêşmerge bi xwîn, şehîdbûn û birîndarbûn hatin û rêya çiyayê Şingalê vekir û serok Barzanî hate çiyayê Şingalê û mezarê Şerefedîn , nuha hûn dibînin serokê hikûmetê jî li ber deriyê mezarê Şerefedîn e. Ew xelkê wisa digot nikare me bixapîne û bi aqilê xelkê me bilîze.

          Me bi rêya ragehandinê bihîstiye ku, hindek kes dibêjin bila Şingal bibe herêmeke serbixwe û ser bi herêma Kurdiatnê ve nebe,  ew kes dilbikînin û ne berpirsên Şingalê ne û biryara Şingalê ne di destê wan de ye, em beşekin ji Kurdistan û tu carî ji Kurdistanê cuda nabin. Lê em daxwazê ji serokê hikûmetê dikin Şingal bikin wîlayeteke herêma Kurdistanê.

Back to top button