Civak

Pêşmerge balefirek a DAÎŞê êxist

Fermandarê Eniya Şingalê ragihand ku, şer li Şingalê berdewam dike û Hêzên Pêşmerge balafirekî DAIŞê xistin xwarê, ku ji bo çavdêriya Hêzên Pêşmerge şandibûn.

Behram Erîf Yasîn Fermandarê Eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê êriş kirin ser Pêşmerge, lê Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin.”

Wî fermandarî wiha got: “Îro ji sibehê ve şer didome û Hêzên Pêşmerge rokêtekî Hawin li nav komek dan û 7 terorîst kuştin û yên din bi giranî birîndar bûn.”

Yasîn wiha domand: “Hêzên Pêşmerge li ser pêşveçûnên xwe berdewam in û kaş û cihên bilind û taxên setratejîk di destê Pêşmerge de ne.”

Fermandarê Eniya Şingalê gotina xwe wiha qedand: “DAIŞ 3 caran balafira çavdêriyê dişand ser me, da ku bi wê riyê topan bavêjin, lê Hêzên Pêşmerge teqe li wê balefire kirin û yek ji wan xistin xwarê.”

Back to top button