Nivîsar

Di berfê de dewlemend şemitîn, xîzan çerixîn

Berf hat û hat, çîya û zozan gund û bajar sipî bûbû,xemilî bû,lê ev rengsipîya jiyanê xemanî anîbû bixwere,gelek di binê kon û naylonade bê mal û war bûn qefilin bêlkî şorbake wan jî tunebû ,jixwe tunebûjî ketibûn heyra zarok û extîyaran ji xizanîya sermê jiyana xwe jî ji dest dan geleka.

Rê hatibûn girtin ,nexweş û jinê zayînê asê mabûn di xizanîya berfê de. Sobê gelekan tune bûn,êzing tunebû komir tunebû ,zarok di lerizîn,dest û lingê wan minabû keşayê di çavên wande
bê çarbûn hebû dil dêşîya gelo wan zarokan xeyala çi dikirin di wê demeda zarokê bê pêlav di nava berfêda digerîyan.

Feqirî, xizanî bi her rengê xwe li holêbû,bêmal u bê warbun bê xwarin û bê şorbaka germ dijîyan feqîr.

Navê wê jiyanê çibû ?

Wan jî dixwest ku di ber kalorîferê de anjî li ber sobaka germ çayaxwe danîya ser û li ser sifrakê bicivina û goştê elokan û şorba germ vexwera lê çerixîbûn di jiyana bê edalet bê vekhevîyêda.

Dewlemendê me jî sibêhê rabûn ku xemilîyê der dor bi berfa sipî ku jiyana wan î sipî hinekî din jî sipî bûbû.

Ewê taştîyake herî devlemend û bi hêz bixwun da ewê derkevin bilizîn an jî ewê herin şemitandinê ku nexweş nekevin.

Pêwîst bû taştiyake dewlemend ji wanre, xwarin.! tevde taştîya xwe birezê cil û qocix , botîn ê herî baş li xwe kirin, lepik kirin destê xwe derketin, ê ku li otêlan ci weqetandibûn,ewê bi goştê elokan û şereba sor li bişta pencerê bixwarina tema berfê derxistina li wur.

Cilê şemitandinê jî hebûn ,wan cilana jî ji wanre amade bû da xwe piştî vexwarina şeraba sor ica dora ku xwe bişemitînin,û wekî teyr û xezalan bifirin li ser berfa bê dawî de.

ZÎNÊ AMEDÎ

 

Back to top button