Cîhan

PAK li Fransa dicive

Dost û hevalên hêja!

Kurdistanîyên bi rûmet yên ku li Fransayê dijîn!

Bakurê welatê me, di pêvajoyeke giring ya dîrokî re derbas dibe. Ji bona azadî û parastina Kurdistanê, ji her demê bêtir îro pêwistîya me Kurdistanîyan bi siyaseteke netewî û her weha bi xebateke bê westan û kollektîfî ya rêxistinî heye. Di demeke ku Kurd û Kurdistan di rojeva dinyayê de ne, mixabin li Bakurê Kurdistanê alternatîfeke xurt a Kurdistanî gelek qels e.

Piştî xebata du salan, ev du meh û nîv in Partîya Azadîya Kurdistanê hatiye damezirandin. Hem di dema xebata avakirinê de û hem jî piştî avakirinê bi riya beyan, roportaj û hevpeyivînên bi serok û rêveberên partîya me re, dîtin û polîtîka me bi xetên giştî be jî bi awayekî pirr zelal bi Kurdistanîyan re parve kir. Ev mehek e bername û destûra partîya me bi riya medya û sosyalmedya gihîştiye raya giştî.

Em li vir bi we hevalbend, dost, piştgir, dilxwaz û kesayetîyên ku partîya me ji nêzîk ve dişopînin û li Fransayê dijîn, dixwazin bicivin. Rê û dirbên bi hev re karkirinê bibînin.

PAK ne partîya kadroyan e, dixwaze bibe partîyeke girseyî û ji ber vê armancê jî beşdarbûna ciwan û jinan jî gelek girîng digire.

Alternatîfa helwesta Kurd û Kurdistanî ya pirdeng û pirreng em bi hev re li Fransayê jî xurt bikin!

Ji neha de bi xêr bên!

 

PAK-Ewrûpa

Dema civînê: 18.01.2015

Wext: 13.45

Navnîşan: 177, rue de Charonne 75011 Paris

Ji bona çûna cihê civînê: Metro; ligne 2, stasyon Alexandre Dumas

 

 

Ji bo pêwendî danînê

Şeyhmus Dîp

E-mail: [email protected]

Tel: 06 52 34 55 8606 52 34 55 86

Back to top button