Nivîsar

Serxwebûn, Petrol û Boxtanên PKK ê

Van heyaman ji çar alî ve êrîşî ser PDK û Barzanîyan tê kirin. Ji alîyekî Îran û Bexda, ji alîyê din PKK, PYD û YNK êrîşî PDK û Barzanî dikin. Hemû êrîş jî ji navendekê tên îdarekirin. Ew jî Îran û rejîma Tehranê ye.
Du sedemên van êrîşan hene. Yek jê ev e ku Barzanî behsa serxwebûna Kurdistanê û cudabûna ji Iraqê dike. A duduyan jî petrola Kurdistanê û firotina wê ya derve ye. Ev herdu xalên girîng ji hikûmeta Bexdayê û ji Îranê re xalên sereke ne, xetên sor in. Serxwebûn û cudabûna Kurdan ji Iraqê tê wateya serhildan û destpêkirina berxwedana Kurdên Rojhilat û herweha pêşketina xeta netewî li her çar parçeyên Kurdistanê. Û firotina petrolê jî cardin tê heman wateyê. Heke Kurd bi serê xwe petrola xwe bifroşin dewletên cîhanê, êdî serxwebûna wan jî ne dûr e. Ji ber vê, Îran, Bexda, PKK, PYD û YNK (divê MÎT û mixabarata Sûrîyê jî neyên ji bîr kirin) bi heman niyetên xerab êrîşî PDK û Barzanî dikin û dixwazin PDK û Barzanî hem di çavê Kurdên parçeyên din de û hem jî di awira gelemperî ya cîhanê de piçûk bixin, ji taqat bixin, PDK û Barzanî ji xeta netewî û paraztina Kurdistanek serbixwe dûr bixin. Bi van êrîşan tê xwestin ku Kurd ji dewletên dagîrker veneqetin û di nav sînorên dewletên dagîrker de tenê bi hinek kurtêlan qîma xwe bînin.

Qedera Kurdan bi petrola wan ve girêdayî ye. Petrol dewlemendî û serketina Kurda ye. Ji xwe girîngî û parçekirina Kurdistanê jî ji ber petrola wê çêbûye. Lê îro Kurd bûne xwedîyê petrola xwe û petrola xwe difroşin dinyayê. Bi riza yan jî bê riza hikûmeta Bexdayê.
Hikûmeta Nûrî Malikî û pêve girêdayî dewleta Îranê, dixwazin hefsarê Kurdan di destê wan de be û Kurd bi serê xwe petrolê nefroşin dewletên cîhanê. Ji ber gava bi serê xwe petrola xwe bifroşin, wê Kurd û Kurdistan di cîhanê de zêdetir bibin desthilatdar û pêwistîya wan zêde bi hikûmeta Bexdayê û Îranê re namîne. Sedema ku Bexda û Tehran ji dewleta Tirk nexweş in û serê wê dêşînin jî ev mijar e, mijara firotina petrola Kurdistanê û têkilîyên wê û navbera PDK û Barzanî ye. Bexda û Tehran û bi wan ve girêdayî PKK û YNK di zanebûna vê xeterê de ne. Ji ber vê jî, Serokê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad, dibêje ku Tirkiye û Erebistana Siudiyê hewl didin Kurdan ji Bexdayê dûr bixin. Sedema ku Adil Mûrad van gotinan dibêje ev e, Tirkîye bi firotina petrolê Kurdan ji Bexda û Îranê dûr dixe û Siûdî Erebistan jî bi rêya Îslamê (sunnî) Kurdan ji Bexda û Îrana Şîe dûr dixe. Helbet ev ne tenê fikar û şika Adil Mûrad bi tenê ye, hem ya Bexdayê ye û hem jî ya Tehranê ye. Û helbet divê em rejîma Şamê jî ji bîr nekin. Her çiqasî rejîma Sûrîyê bi şerê naxweyî daketibe jî, lê bi rêya hevalbendên xwe ji desttêwerdana nav pirsgirêkên Kurdan paşde namîne.

Piştî behskirina referandûmê û daxwaza serxwebûna Kurdistanê hat rojevê, êrîşên li dijî PDK û Barzanîyan zêdetir û xurttir bûn. Çi Tehran û Bexda, çi jî PKK, PYD û YNK ji heman navendê dest bi êrîşan kirin. Ev êrîş bi kolana xendekan dest pê kir û bi girtina ser dezgehên PKK yên li başûr berdewam kir û dike. Helbet firotina petrola Kurdistnê jî ji vê navenda şer re bû zêdebûna ser kezebê. Êdî ref û helwest eşkere bûne. Li alîyekî hêzên ku naxwazin Kurd serbixwe bibin û dixwazin hefsarê Kurdan di destê dewletên dagîrker de be, li alîyê din PDK, Barzanî û hêzên ku alîgirên xeta netewî û serxwebûna Kurdistanê ne. Êdî herkesî maske û rûdanka xwe ji ser rûyê xwe avêtiye.

Di vê derbarê de yek ji berpirsên KCK ê Ewrûpayê Zubeyîr Aydar, wek her carê, dîsa êrîşî PDK û Barzanî kir. Barzanî ji dewleta Tirk zalimtir û dijmintir nîşan da. Li gor Aydar, Barzanî ji dewleta Tirk zêdetir dijminatîya rojavayê Kurdistanê û Kurdên rojava dike. Lê êdî kum ketiye û serê rût derketiye holê. Zubeyîr Aydar dibêje „Ev demek dirêje ku em pirsgirêkan bi Barzanî re dijîn. Îro em pêvajoya aştîyê bi hikûmetê re (AKP) dikin, pêwist be emê bi artêşê re jî bikin û bi hêzên din re jî (MÎT). Ji derveyê naskirina nasnameya xwe, hemû daxwazên me yên din ji bo temamê Tirkîyê ne(ji bo yekparî û paraztina sînorê Tirkîyê ne).“

Zubeyîr Aydar, ewê ku bi MÎTê û hemû dezgehên Tirkîyê re kare pêvajoya aştîyê dest pê  bike û ji bo paraztin û yekparîya sînorên Tirkîyê bekçîtîyê bike, di heman navenda şer de cîh stendiye û êrîşî Barzanî dike. Esasen dijminatîya PDK û Barzanî ne ji ber pirsgirêkên rojava û Kurdên rojava ye. Wek me li jor behs kir, sedema herî mezin tirsa serxwebûna Kurdistanê û serketina xeta netewî ye. Ji ber ku ev xet û helwesta netewî bi serokatîya PDK û Barzanî tê meşandin, PDK û Barzanî wek hedef tên nîşandan û êrîşî wan tê kirin. Ji xwe her carê heman lîztik tên lîztin, heman êrîş tên kirin. Çi cara ku PDK û Barzanî behsa cudabûnê û serxwebûna Kurdistanê dikin, hew we dît heman navenda şer bi mahne û bahaneyên erzan dest bi êrîşê kirin. Yan jî ji bo êrîşkirinê provokasyon derxistin. Ev êdî eşkere ye. Kerr jî dibihîzin û kor jî dibînin.

Zubeyîr Aydar, ewê ku bi MÎTê û hemû dezgehên Tirkîyê re kare pêvajoya aştîyê dest pê  bike û ji bo paraztin û yekparîya sînorên Tirkîyê bekçîtîyê bike, di heman navenda şer de cîh stendiye û êrîşî Barzanî dike. Esasen dijminatîya PDK û Barzanî ne ji ber pirsgirêkên rojava û Kurdên rojava ye. Wek me li jor behs kir, sedema herî mezin tirsa serxwebûna Kurdistanê û serketina xeta netewî ye. Ji ber ku ev xet û helwesta netewî bi serokatîya PDK û Barzanî tê meşandin, PDK û Barzanî wek hedef tên nîşandan û êrîşî wan tê kirin. Ji xwe her carê heman lîztik tên lîztin, heman êrîş tên kirin. Çi cara ku PDK û Barzanî behsa cudabûnê û serxwebûna Kurdistanê dikin, hew we dît heman navenda şer bi mahne û bahaneyên erzan dest bi êrîşê kirin.
Yan jî ji bo êrîşkirinê provokasyon derxistin. Ev êdî eşkere ye. Kerr jî dibihîzin û kor jî dibînin.

Helbet wê rasto di rastîya xwe re û xwaro jî di xwarîya xwe re derkeve.

Nûrî Çelîk

Back to top button