Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê:

Malbat Zarokên Xwe Dixwazin

Ev demeke, malbatên ku zarokên wan ji aliyê PKKê ve hatine birin, li ber Şaredariya Mezin a Dîyarbekirê kon vekirine û doza zarokên xwe dikin. Hêjmara malbatên ku li ber şaredariyê disekinin gihaştiye dehan.

Em do (26.05.2014) çûn serdana malbatan. Malbat bi biryar in û dibêjin ku heta zarokên wan venegerin dest ji çalakiya xwe bernadin û ewê bi her şiklî li du zarokên xwe bin. Ji ber ku ew dizanin zarokên wan ne ji bo doza Kurdistanê lê ji bo berjewendiyên hin kesan hatine birin. Malbatan dîyar kirin ku xebatkarên şaredariyê ji ber wan derbas dibin lê rewşa malbatan ne xema wan e heta li malbatan dinêrin û dikenin.

Li ser navê Tevgerê Berdevkê Tevgerê Birêz Serhat Mêrdînî axivî. Birêz Mêrdînî eşkere kir ku Tevger ji roja ewil, ji roja ku malbata Böçküm derketiye heta niha vê mijarê dişopîne û piştgirê malbata ne. Birêz Mêrdînî di berdewama axaftina xwe de got ku çi ji destê Tevgerê bê ewê texsîr neke û heta malbat bigihêjin armanca xwe ewê wek Tevgerê piştgiriya wan bikin.

Navê zarokên ku malbatên wan li ber şaredariyêne wiha ne:

Halime Gündüz 15 salî (35 roje birine)

Ahmet Barış Türk 15 salî (35 roje birine)

Fırat Aydın Eren 15 salî (35 roje birine)

Osman Baytok 16 salî (35 roje birine)

Ali Karaşin 16 salî (35 roje birine)

Yunus Yıldız 17 salî (35 roje birine)

Mehmet Tokay 17 salî (3 sale birine)

Veysel Çapa 19 salî (6 meh e birine)

Sultan Uçaka 21 salî (40 roje birine)

Filiz Aydemir 24 salî (saleke birine)

Wek ku di lîsteyê de jî xuyaye ne bi tenê malbatên zarokan di heman demê de malbatên ciwanan jî êdî naxwazin zarokên wan di nav vî şerî de cih bigirin. Heta niha miletê Kurd bi sedsalane di ber xwe de daye. Hemû kes dizane ku gelek malbat zarokên xwe bi destên xwe şandine. Lê îro malbatên ku zarokên xwe ji bo doza Kurdistanê bi destên xwe dişandin mirinê, niha doza zarokên xwe dikin. Ev cara yekeme ku li Kurdistanê bûyereke bi vê rengê diqewime. Ev helwesta ku bi malbata Böçküm dest pê kir û niha bi gelek malbatên din didome, nîşane ku miletê Kurd êdî bi derewan naxapin û nahêlin zarokên wan ji bo entegrasyonê û ji bo berjhewendiyên hin kesan bên kuştin.

Ev dengê ku ji Dîyarbekirê derket li başarên din ên Kurdistanê jî bela dibe. Niha agahiyên me hene ku li hin bajarên din jî malbatên ku zarokên wan wenda ne amadekariyê dikin ku doza zarokên xwe bikin.

Îro li Kurdistanê zincîra tirsê dişkê. Divê miletê Kurd bi her awayî li zarokên xwe xwedî derkeve. Divê miletê Kurd nehêle ku zarokên wan ji bo entegrasyonê bên kuştin. Loma divê hemû kes piştgiriya malbatan bike û li wan xwedî derkeve.

Em piştgirê malbata ne û heta bigihên zarokên xwe emê bi wan re bin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: