Polîtîk

Bo Raya Gişti ya Kurdistanê

Em, partî hêz û pêkhatinên li Bakurê Kurdîstanê bizavê dikin, ragirtina di navbera Hukûmeta Herêma Kurdistanê û PKK de, di berjewendiyên Gelê Kurdistanê de nabînin û dixwazin pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê bêne çareserkirin.

Êrîşên li dijî Desthilatdariya Herêma Kurdistanê nayêne pejirandin û bi ser de hestên welatperweriyê brîndar dike, bidestxistinên neteweyî, lihevhatin û lihevkirinan dixe bin metirsiyan. Ew gotin û kiryarên bêtir dilê rejîm û desthilatdariyên dagirkerên Kurdistanê geş dike rast nabînin.

Lihevkirina Hewlêrê ya hêzên Başûrê Rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Suriyeyê) û di encama lihevhatinê de avakirina Desteya Bilind ya Kurd, di ware lihevkirina neteweyî de hêvî dida me. Mixabin pirsgirêkên îro yên di rojevê de di wateya têkçuyina vê lihevkirina Desteya Bilind ya Kurd de ye.

Helwesta PYD ya guhnedana lihevkirina Hewlêrê ku rê li ber tevgera hêz û partiyên Kurdistanî digire dibe sedemê têkçuyina yekîtiya Kurd û ziyanê dide demokrasî û pirrdengiyê, pirsgirêka bingehîn e. Serdestiya huqûqê, qaîdeyên navneteweyî, berjewendiyên Gelê Kurdistanê, lihevkirin û lihevhatina yekîtiya neteweyî gava nayêne pejirandin, astengî zêde dibin.

Li Turkiyeyê û lı Bakurê Kurdistanê, di hilbijartinên 30ê Adarê de jî hate dubarekirin; li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bi siyaseta PKK/PYD bicîhkirina helwesta tadeyî ya ku carna digihêje asta zordariyê me nerehet dike.

Em alîgirên temsîlîyeke siyasî ya demokratîk, pirrdengî û beşdariyê ne. Di vî warî de pêdivî pê he ye ku hemi hêzên Kurdan yê sîyasî vê yekê bipejirînin. Gelê Kurdistanê Siyasetên ne ji Kemalîzmê û Baasê afirîne lê belê normên şaristaniya cîhanê; rêvebiriyeke pirrdengî, beşdarî ji mafê xwe yê rewa dibîne.

Em parastin û bergiriya bidestvehatinên li Başûrê Kurdistanê barê stuyê hemî hêzên siyasi yên Kurdan dibînin. Bidestxistinên li Başûrê Rojavayî Kurdistanê jî wek bideskeftinên xwe dibînin û di vî warî de xwe berpirpirsiyar dibînin. Saziyên li Başûr Rojavayê Kurdistanê her weha xwedî berpirsiyarî ne. Di vê pêngavê de, çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bêyî destnîşankirina hêz û partiyên siyasi, ji hemi kurdan re berpirsiyariyeke dîrokî ye.

Bê yî em dostên xwe xemgîn û dijminan dilşad bikin, dive em pirsgirêkên navxwe, bi rêya devjengî, danûstandinê çareser bikin û ev yeka barê ser milên me û tevaya saziyên Kurdistanê ye.

Xendeqên di sînorên Başûr û Rojavayî Kurdistanê de têne kolan, ji aliyê Desthilatdariya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyên ku ev xendeq ne li dijî PKK/PYD ne, dive li ber çavan bêne girtin. Her weha; sedem çi dibe bila bibe, ev pirs dive bi rêya hevdîtinan bêne devjengî kirin. Çareseriyeke li gora gelên Başûr û Rojava bê dîtin.

Em bawer dikin; Desteya Bilind ya Kurd, ya ku di encama lihevkirina Hewlêrê de hate damezrandin, dikare hemû pirsgirêkan çareser bike. Rojek beriya rojekê, ji bo dawî li vê pêvajoya neyinî bê, em bangî hemû aliyan dikin. Ev banga me, her çawa ji bo Gelê Kurdistanê ye, her weha ji bo dost û aliyên Gelê Kurdistanê ku dikarin bandorê li çareseriyê bikin, ji tevayiyê re ye.

Werîn, di vê dema ku Gelê Kurdistanê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe, em gelê xwe xemgîn û dijiminên xwe şad nekin,

Bijî Azadiya Brayetî û Lihevkirina Gelê Kurdistanê!

Bijî Aşîtiya Navxweyî û Brayetî

Bijî Kurdistan!

27/05/2014 AMED

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)

Hewldana Partiyeke Kurdistanî (HPG)

Tevgera Partîya Demokrata Netewi Kurdistan (T-PDNK)

Gruba Dîyalog Dicle-Fırat

Back to top button