PDK û YNK li ser pêkanîna hukumetê û pirsên din yek helwestin

Hewlêr-KDP.info-Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan û endamê şanda PDKê bo danûstandinên pêkanîna Hikûmeta nû dibêje ku di wê civînê de çend mijarên girîng hatin gotûbêj kirin.

Îro sêşema 27.05.2014, polîtburoya PDK û polîturoya YNK li Hewlêrê li ofîsa cîgirê serokê PDK, Nêçîrvan Barzanî civiyan û têde çend pirsên girîng bi navxoya Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kirin û herdû alî di pirsên çarenivîsaz de yek helwîst bûn.

Dilşad Şehab, endamê şanda PDKê bo danûstandinên pêkanîna Hikûmeta nû, ji KDP.info re got: “Di civîna îro ya navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, ku li ser asta polîturoya herdû partiyan bû, her yek ji Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDK û Kosret Resûl cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê YNK, serperiştî dikirin.”
Dilşad Şehab got: “Di civînê de çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin, ya yekemên bihêzkirina peywendiyên di navbera PDKê û YNKê de û yekrêzî û yek helwêsta hemû aliyên siyasî, bi taybetî herdû partî beramber pirsên navxweyî û we guhertinên ku tên pêşî.”

Şehab behsa encamên civîna ligel polîtburoya YNKê kir û got: “Tekezî li ser birayar yekrêzî û yek hlewest û pêkanîna komîteyek hevbeş bo danûstandin ligel aliyên siyasî li Bexadyê hat kirin.”

Herwiha Şehab da zanîn ku di civînê de “Behsa wê yekê hat kirin ku pêwîste lez bê kirin di pirsa pêkanîna hilkûmeta Herêma Kurdistanê de û kak Nêçîrvan û kak Qubad têkiliyên xwe berdewam bikin da ku navê kandîdan werbigirin, herwiha serpiriştiya wê komîteyê dikin ku karê nivîsîna karnameya hikûmetê dikin.”

Dilşad Şehab got jî, Di civînê de tekezî li ser berdewamiya civînêm navbera wan de hat kirin bo yek helwîst û karên hevbeş.
Bi gotina Şehab: “Herdû aliyan yek helwîst bûn li ser girîngiya yekrêziya nav mala Kurdî ji bo ku bikaribin karên baştir encam bidin, lewra di civîna xwe de tekezî li ser karên heveş di navbera PDKê û YNKê de tê kirin daku bibe sedemek bo rêdetir bi hêzkirina yekrêziyê di navbera hemû aliyan de.”

Nerîna min :