Firoştina petrolê jî peyama me ji bo Bexdayê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parlamentoya Kurdistanê derbarê krîza aborî ya Herêma Kurdistanê, proseya firoştina petrolê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyanî da.

Nêçîrvan Barzanî îro li ser xwesteka xwe hate Parlamentoya Kurdistanê û derbarê birrîna mûçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê de got ku “ev çend sale Bexda bi tenê 10% ji mûçeya Herêma Kurdistanê dişîne , di demkê de pêwîste 17% be”. Herwiha aşkere kir ku “Bexdayê 6 trilyon dînar deyndarê Herêma Kurdistanê ye”.

Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku di civîna wan a vê dawiyê ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û pişt re ligel şanda Iraqê ya bi serokatiya cîgirê serokwezîrê Iraqê Hisên Şehristanî de, wezîrê darayî yê Iraqê got ku “bi biryara serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarî mûçeya Herêma Kurdistanê hatiye birrîn”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got “Dema em çûn Bexdayê me hizir kir ku krîza darayî li Iraqê bi giştî heye, lê me ji wan pirsî, gotin ti pirsgirêkeke Iraqê tine ye û tenê budceya Herêma Kurdistanê nayê dayîn”.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku “dema wan ev yek ji me re got, hîn me petrol nefiroştibû û em mijûlî çareseriyê bûn, lê dema wiha lêhat, em jî narûnin û divê em çareseriyekê bibînin”.

Serokwezîr Barzanî fermnaberên Herêma Kurdistanê piştrast kir ku mûçeyên wan ji dest naçe û ew pirsgirêk wê zû bê çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê pirsa petrolê de li ser kontrolê ye û got “Ew dibêjin proseya firoştina petrolê teslîmî me bikin, em jî dibêjin bi çi heqekî, ji ber ew daxwaza wan ne destûrî û ne yasayî ye”.

Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe wiha domand: “Bexda dibêje ewê dahata petrola Herêma Kurdistanê bike budce, lê em ti carî vê yekê qebûl nakin, ji ber ti gerentiyek tine ye daku rê li ber wê yekê bigire ku careke din bi biryara take kesekî budceya Herêma Kurdistanê neyê qutkirin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de jî ragihand ku ew amade ne kompaniya SOMO çavdêriya proseya firoştina petrola Herêma Kurdistanê bike, lê got “Em kontrolê naxin destê SOMO, ev yek bi tenê ji ber wê yekê ye ku 17% ji budceyê bi rastî bigihe Herêma Kurdistanê”.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku niha jî deriyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjên ligel Bexdayê vekiriye, “lê eger ew hemû deriyan bigirin, em jî wiha nasekinin, firoştina petrolê jî peyama me bû ji bo Bexdayê ku em dikarin tiştê em bixwazin bikin û em yek gavê jî di vê proseyê de paşde navêjin”.(Rudaw)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: