Civak

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serweta xwe eşkere kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serwet û sermiyana xwe ji Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê re eşkere kir.

Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer ji Rûdawê re got, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro ew forma ku me ji bo eşkerekirina sermiyana wî dabûyê, tijî kir û ji me re şand.

Dr. Ehmed Enwer nexwest ti agahiyekî li ser naveroka formê û serweta Nêçîrvan Barzanî bide û wiha axivî: “Ji ber ku Desteya Destpakiyê serwert û sermiyana ti berpirsekî eşkere nake, tenê dê çavdêriya serweta wan bike.”

Serokê Desteya Destpakiyê anî ziman ku hemû agahiyên li ser sermiyan û serweta rayedaran li gel wan dimîne.

Back to top button