Cîhan

Divê dewletên cîhanê rê li ber darvekirinên dewleta Îranê bigirin

 

Li Îranê  11 Kurdên  din jî bi  cezaya  îdamê hatin mehkûm kirin.Û ev cezaya  di nava   çend rojan  de dê were tetbîq kirin.

Rejîma Îranê di van çend salên dawiyê de, bi sedan Kurd darve  kirine. Û Îran van darvekirnan  bi bê perwa lidardixe; ne hesabê tu pîvanên mirovayetiyê , ne jî yên hiqûqa nevneteweyî  dike.

Mixabin û heyf e ku, van darvekirinan  li ber çavên temama dinyê lidardikeve. Li  Îranê mirov ji ber nasnameya xwe ya siyasî, ya etnîkî, ya ramanî  û jiber şêweyê jiyana xwe têne îdam kirin. Baş e, çi ferqa wan  kesên jiber van nasnameyên xwe ji aliyê DAIŞê ve têne qetil kirin, têne serjêkirin û yên ji aliyê dewleta  Îranê ve têne  darvekirin  he ye?

Çawa ku em nikarin bêjin wan qetlîamên DAIŞê  ‘’karekî  navxweyî  yê ‘’, herweha  em  divê nebêjin ‘’van darvekirinên  Îranê  karekî navxweyî  yê Îranê ye’’.  Yekitiya Neteweyan, Yekitiya Ewrûpa û raya giştî ya navneteweyî, wê hesasiyeta ku jibo Şingal û Kobanê nîşan dane,  divê jibo  darvekirinên  dewleta Îranê jî nîşan bidin. Divê rê liber van darvekirinan  bêne girtin. Divê dewletên misilman jî helwesteke mirovî  û îslamî li hember  van  darvekirinên  dewleta Îranê danin.

Divê helwesteke tûnd û encamwergir ji aliyê dewletên cîhanê ve bê  danîn.

Hemû Kurdên cîhanê û hemû mirovên ku wîcdanê xwe yên miroyetiyê parastiye, divê hêza xwe li hember darvekirinên  Dewleta  Îslamî ya  Îranê bikin yek.

Divê mafê jiyanê yê mirovayetiyê , nemîne ber destê bêperwayî   û  bêînsafiya  dewletên ku  ji hiqûqê  û  ji mafê mirovan para xwe nesitendine.

11.11.2014

Mustafa Özçelik

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)

 

 

Back to top button