Barzani li Xaneqîn eniya şer bû
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêrê ya bajerokê Xaniqînê kir.
Peyamnêrê me ragihand: “Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt bajerokê Xaniqînê û serdana Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêr ya Xaniqînê kir.”
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, “Serok Barzanî li Xaneqînê ligel Fermandarên Hêzên Pêşmerge li wê eniyê civiya. Herwiha Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir ligel Barzanî di vê serdanê de ye.”
Ji destpêka şerê DAIŞê heta niha berdewam Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniyên şer dike.
Roja 6ê Mijdarê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li herdu eniyên Giwêr û Mexmûrê kir û di wê serdanê de tekez kir ku, şikestina DAIŞê nêzîk bûye.