Cîhan

Serokê Kurdistanê sibê serdana Tirkiyeyê dike

Hat eşkere kirin ku, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê sibê roja duşembiyê 14ê tîrmehê dê bi seroaktiya şandeueke belaya herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê bike û digel mezine berpirsên Enqereyê bicive.

Li gor ajanasa nûçeyan Anadolu, şandeya bi serokê Kurdistanê re serdana Tirkiyeyê dike ji; Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kudistanê, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê  û Rêbaz Mihemed wezîrê êkonîmî pêk tê.

Serokê Kurdistanê dê digel serokwezîrê Tirkiyeyê û mezine berprisên Enqereyê bicive û di wan civîna de dê li ser rewşa nû ya Îraqê a piştî DAÎŞê hin wîlayetên Îraqê xistine jêr kontrola xwe, avakirina hikûmeta nû ya Îraqê û rewşa penaberan û alîkariyên mirovî bo penaberan gotûbîj bikin.

Back to top button