Namyek ji bo Necmedîn Kerîm
Nivîskarekî kurd di gotareke xwe de dinivîse ku, madeya 140 û behiskirina meseleya serxwebûna Kudistanê bûye mijara gerim a rojeva diniyayê. Niha medyaya cîhanê bi germî behsa serxwebûna Kurdistanê dike û fokusa cîhanê li ser Kurdistanê ye, kadê çi biqewime û ka dê siyasetmedarên kurd çi pêngav pavêjin û çewa û kengî dê serxwebûnê îlan bikin:
– Hema bêje hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê li ser wê yekê ku, divê ji bona serxwebûnê gav bên avêtin û madeya 140ê bê bin ax kirin kok in. Lê divê kêlîka nazik de, hêzeke weke YNK ku, xwedî cemawer e û tasîra wê li ser bûyerên rojeva Kurdistanê heye, iha divê hingavê de çend dengên neşaz û metirsîdar ji nav YNKê serî hididin û avê bi aşê dijim de dikin û çerxa pêngavên swerxwebûnê sabotaj dikin.
– Kesekî wek diktor Necmedîn Kerîm endamê polîtboraya YNKê daxiuaniyên nedirust û ne maqûl dide û dibêje 140 medeyeke destûrî ye û bi dawî nehatiye.
Nivîskarê kurd Goran Helebceyî di nivîseke xwe de jêr navê (Ji bo diktor Necmedîn Kerîm, Îraq ne Swêd û Danîmark e) beha helwesta Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê li hember madeya 140ê û referdûma serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje ku, piştî dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAÎŞ ve, delîveke zêrîn bo kurdan çê bû ku, mirov dikare bêje mezintirîn, giringtirîn û minasibtirîn delêve ye, eger kurd niha wê rewşa hatiye holê ji bo berjewendiyên xwe bikar neînin û nekin hêvênê dewleteke serbixwe:
– Êdî bi baweriya min heta kurd mane delîveke wisa bo çênabe. Ew deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistsnê ku, çendîn sale nakokî li sere û hikûmetên piştî Sedam Hisên li Îraqê kar li ser cîbicîkirina madeya 140ê nekirin û nexwestin ew benda destûrê bi cî bibe û ew dever vegerin ser herêma Kurdistanê. Niha piştî kontrolkirina wan deveran ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve bi piraktîkî madeya 140ê ku, bi wan deveran teybet e hat cîbicî kirin.
Helebceyî di nivîsa xwe de ji Necmedîn Kerîm dipirse; gelo Îraq ew welat e ku, tê de hurmet ji destûr û qanûnan re bê girtin? Gelo tu yê birêz garantî didî ku, di paşerojê de hikûmeta Îraqê dê wê madeya 140ê bi cî bike? Di welatek weke Îraqê de çi hêvî heye ku, destûr û qanûn bên cîbicî kirin? ka tu ji min re nabêjî ji serdma paşatiyê li Îraqê û heta niha kîjan qanûn û destûr, eger di berjewendiya kurdan de be, hatibin cîbicî kirin? 10 sala madeya 140 çima nehat bi cî kirin? kê cîbicî nekir? Heta niha pêngavek jî ji aliyê hikûmeta merkezî ve bo bi cîçkirina wê madeyê nehatiye avêtin?
– Diktor tu dizanî eger ew gotin ji aliyê berprisekê weltekî pêşkeftî bihatana kirin wê rastî cizadanê bihataye… diktor bizane Îraq ne Swêd û Danîmark e, Îraq ne weleteke rêz li qanûn û destûr û sozan bigire. Ango behiskirin ku, madeya 140ê bi rêya qanûnê bê cîbicîkirin, xwexapandine û kuştina wext e. Birêz tu mirovekî jîrî, bawernakim tu bi wan gotinan bixwazî neteweya xwe yan xwe bixwe bixapînî.
Nivîsakr di dawiya nivîsa xwe de ji endamê polîtbûroya YNKê re dibêej:
– Hêvîdar im ew daxuyaniya te ji bo wergirtina post û meqman nebe. Çunkî her dê kifiş be. Bizane berjewendiyên neteweyî ji hemû berjewendiyên din balatir in, vêça ez hêvîdarim tu rêz li berjewendiyên enteweya xwe bigirî û nekî qurbaniyê berjewendiyên şexsî.