Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi hemû hêza xwe piştgirîya referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê dike.
Wek tê zanin ku li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî di 8 /7 2014 parlamana Kurdistanê civîya.
Parlamana Kurdistanê dê demekê diyar bike da ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûmek bêt organîzekirin.
Ev referandum yê jibo hemû başûrê Kurdistanê be.
Cihê pesindan û şanazîyê ye ku hemû partîyên siyasî li başûrê welatê me yek deng û yek helwestin jibo serxwebûna Kurdistanê.
Em wek FKKS dixwazin bidin diyarkirin ku em li gel wê pêşnîyarîya Serokê Kurdistanê ne û emê bi hemû hêza xwe di paşerojê de bibin palpişt ji bo vê erka pîroz a serxwebûnê.
Wek hemû dewletên cîhanê serxwebûn mafê netewa kurd yê rewa ye.
Ev sedan sal in neheqîyek mezin li gelê me tête kirin û hêdi dem hatîye ku ev neheqîya nerewa ji holê bête rakirin û kurdi jî li gel hemû pêhatên Kurdistanê wek hemû neteweyan bighên mafê xwe û bi wî mafê şad bibin.
Hêdi tu hêz û tu fen û fiç yê nekaribe li himberê wî mafê rewa rewest e.
FKKS bi hemû hestên xwe yê netewî û Kurdistanî piştgirîya biryara referandûma serxwebûnê dike û vê biryarê pîroz dibîne û dinirxîne.
Piştgirîkirina vê gava dîrokî weke erkekê li ser milê hemû kurdên li hemû cihanê bi tevahî û hemû kurdistanîyan e.
Her weha em bangî hemû Partîyên parlamana Swêd û dezgehên demokratik dikin ku ew bi hestîyarî pêvajoyê bişopînin û rêzê nîşanê referandûma başûrê Kurdistanê û biryara gelê kurd a çarenivîsê bidin.
Her bijî yekîtî û yekdengîya gelê kurd jibo dewletek serbixwe.
Her bijî Kurd û Kurdistan
Federayona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
2014.07.13