Polîtîk

Serok Barzanî dawetnameya Beşar Esed red dike

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di hevpevînekê de ew nûçe pişt rast kir ku serokê Sûryeyê dawetnameyeke fermî ji serok Barzanî re şandiye û serokê Barzanî jî ew dawetnameya Esed red kiriye.

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Rûdawê dibêje:
– Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bûyerên li Sûryeyê deqewimin nedûr e û ew saet bi saet bûyerên Sûryeyê dişopîne.

– Herêma Kurdistanê di bîr û ra gihertin, danûstandin û gotûbêjan de digel serkirdeyên siyasiyên kurdên li Sûryeyê roleke serke lîstiye.

Hisên di wê hevpeyvîna xwe de wê yekê piştrast dike ku berî çend mehekan Beşar Esed serokê Sûryeyê dawetnameyeke fermî ji serok Barzanî re şand daku bi sîfetê serokê herêma Kurdistanê serdana Şamê bike û dibêje:

– Raste dawetname ji Beşar Esed hatibû, lê serok Barzanî serdana wî welatî nekir, ne rewşa Sûryeyê û ne jî rewşa derverê ji bo wê serdanê minasib e.
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di hevpeyvîna  xwe de behsa serdana Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokarata Kurdistanê (PDK) bo Tirkiyeyê dike. Hisên dibêje heyeta herêma Kurdistanê ya çûye Trikyeyê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bû û digel serokwezîrê Tirkyeyê civiya û dibêje:

– Têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkyeyê ji bûyerekê (kiriyara PKK li Çelê dijî leşkerên tirk kirî) berfirehtir in. Em li paşerojê û têkeliyên stratejîk dinêrîn. Lê belê tevî vê yekê jî, ev pirsgirêk  bi van metodan çareser nabin, li Tirkyeyê prosesekê destpêkiriye ku arasteyeke siyasî ye û em jî piştgirya rêyên çareseriyên bi aşitî dikin.

Back to top button