Kultur

Swêd Mizgefta Qeşayê avadike

Rojevakurd-Swêd

Şirketa Icehotel Sweden daxuyakir ku li ser projeyeke ya avakrina mizgefteke ji qeşayê kardikin û ev proje ya bi navê “Ismoskê” wê di zivistana 2012an de amade be.
Proje ji alîyê serokê Yekîtîya Misilmanên Swêdê (SMF) hatîye pêşkêşkirin ku şirket van rojan li ser finansekirina vê kar dike.

Berpirsîyarê şirketa Icehotel Sweden, Yngve Bergqvist da zanîn ku fînansa projeyê wê bi temamî ji alîyê Yekîtîya Ewropa YE ve bêkirin. Ew dixwazin mizgefta qeşayê her zivistan di formeke cuda de û ji alîyê nêzîkî 40 hunermendên ji hawirdora cîhanê bi bilindahîya 12-14 metroyî de avabikin. Li gora projeyê Mizgefta-Qeşayê wê li bakura swêdê, 12 km derveyî bajarê Kîruna li Jukkasjärvî û nêzikî Dêra-Qeşayê(Iskyrkan)  bê avakirin.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button