
Berî 10 salan, di roja 25.10.2001ê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê a wê demê, serdana welatê Swêdê kir bû. Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Swêdê du rojan dom kir bû.
Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya bo Swêdê de digel Göran Person serokwezîrê Swêdê yê berê û Anna Lindh wezîra karê derve ya swêdê ya berê civîn û hevdîtin pêkanî bûn.
Herwesa di serdana xwe ya dîrokî de bo welatê Swêdê, Nêçîran Barzanî digel revenda kurd a Swêdê li Stocholmê civiya û civîn ji her kesê/î re vekirî bû û nêzîkî hezar kes beşdarî civînê bibûn.
Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Swêdê û hevdîtinên wî digel serokwezîr û wezîra karê derva ya Swêdê di mediyayê de dengvedaneke gelek mezin veda.
Nêçîrvan Barzanî yekemîn serokwezîrê Kurdistanê bû ku, ji aliyê serokwezîrê dewleteke ewropî ve bi fermî bê pêşwazî kirin.
Anna Lindh û Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî digel revenda kurd li Stokholmê