Ve heftiyeke li herêma Şirnek li devera Çelê operasyona leşkera berdewam e. Ji operasyonan agahdariyên cur bu cur tên dayîn.
Li gora tê îdia kirin doh leşkerên tirk bi tanka û bi hêzek mezin derbasî Kurdistana Başûr bûn û berê xwe dane Xakurkê. Herweha balefirên cengî jî deverê bombebaran dikin. Li Devera Şinexê leptek mezin û berfireh ya leşkerî heye.
Doh piştî nîrvo balefirên tirka devera Basyan û Avaşîn bi giranî bombebaran kirin.