Civak

459 mirî û 1352 birîndar; Xelkê Erdîşê Perîşan e!

 

Rasatxaneya Kandilli, di serî de erdheja Wanê wek “6.6” nîşan da. Lê gava Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya YDE dîyarkir ku mezinahî  “7.3” ye, Rasatxaneya Kandilli pê bawer nebu. Reqema herî dawî ku  li ser tê axaftin “7.2” ye.

Navenda Erdhejê gundê “Akçift” ya ku li navbera navçeya Muradîye û bajarê Wanê de ye.

Xebatên derxistina mirovên ku di bin xanîyên hilweşîyayî de ne hêja jî didome û li gor agahdarîyên ku ji Erdişê tên welê dîyar e ku hejmara qurbanîyan gihiştîye 300 kesan û hejmara birîndaran 1400 kes in.

Li ser reqemên cûda tê axaftin. Ji ber ku xebata derxistinê wê îro  jî li ser xerabeyên 1000 xanîyên hilweşîyayî de bi beşdarbûna nezîkî 920 kesên profesyonel bidome, reqemên qurbanî û brîndaran encex sibê dikare hinek zelaltir bibe.

Xelkê herêmê ji ber tirsa erdhejeke din jîyana xwe li kolanan didomînin û nikarin bikevin  xanîyên xwe de. 

Xelkê ku bi şev jî li kolanan radikeve, pedivîya Bettanî, Kon û avê heye. Heta niho ji ser buyerê re demek dirêj  derbasbûye lê alîkarî bi temamî negahiye cihên ku pewîstî pê heye.

 

 

Back to top button