Ev "jinkok" nijadperstek faşîst e(Vîdeo)
Muge Anli di kanala televivyona ATV de bernameyekî çêdike. Îro di bernama xwe de bi mejiyek nijad perest û faşîstî behsa erdhêja li Wanê çêbûyî kir.
Di hinek malperên faşîstên Tirk de gelek gotinên di ne cih de li ser erdhêja Wanê hatin gotin. Lê cardin hinek nivîskarên Tirk bersiva faşîstan dan û ji bo wan gotinên nijadperestî ew şermezar kirin.
Di bingehê xwe de dema erdheja li Wanê çêbûyî, li hemî deverên Tirkiye, Kurdistanê û cîhanê daxwaziyek arîkariyê mezin çêbû. Gelek deveran xelkê ji ba xwe dest alikariyê kirin dan hev da ku rêkin herêma Wanê. Piranî peyamên biratiyê hatin dayîn. Hukumet, dezgehên sivîl şeredarî li hemî derekî destê arîkariyê dirêjî Wanê bû.
Lê faşîstên tirk ji bo vê bûyera xezayî bi kîn û hefret axavtin. Yek ji wan jî berpirsê bernameyekî di ATV de Mugen Anli bû. Mugen Anli aliyê xwe yê faşîstî da pêş û di derbarê erdhêja Wanê de gotinên ne insanî gotin. Nijadperestiya xwe bi dilreşiyekî mezin da xuyakirin. Carna behtir mirov tê digihê ku, çima neyarî di nav miletan de peyda dibe. Ev giyanê nijadperestî. ev dilên qirêj ji mirovatiyê qet behra xwe nestandîn astenga herî mezin e di rêya birayetiya gelan de.
Anli beşek di axvtina xwe de dibêje…“ Ew polisên ku zarok kevira tavêjin wan, ew leşkerê li serê çîya tên kuştin çûn hewara wan. Bila destê wan bişe. Xwedê arîkarê polis û leşkerên me be. Ewên ku keviran tavêjin bila destên wan bişkin. Dema bixwazin wek çûkan nêçîra wa dikin û dema tiştek diqewimê jî alîkariyê ji wan dixwazin. Ev ne welê tiştek hesaniye , divê herkes hedê xwe bizanibe.
Îro gotinên vê jina faşîst di medya tirkî de cihek berfireh girt û gelek kesan ew şermezar kir.
Rojevakurd