Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi vê minasebeta xemgîn peyvek pêşkeş kir û got:
– Em îro li vir, li Barzan, ji bo bîranîna bîreweriyeke tehil civiyane. Ew jî roşa reş a bêşûnwarkirina 8 hezar barzaniyan e. Berî 27 salan, di 31.07.1983ê de, rijêma jinavçûyî êrîş bir ser Behirke, Quştepe û Diyanayê û hemû xurt û mêrên ji 17 heta 35 salî girtin, birin û bêşûnwar kirin.
– Di dema enfal, jênosîda û kêmiyabaranê de bi hezaran kurd bêşûnwar bûn. Ew kes û aliyên niştimanperwer yên ku di wan demêm nexweş da, li hember qirkirina neteweyekê bê deng nebûn û alîkariya me kirî, em helwestê wan jibîr nakin. Tevî vê jî me gileyî û gazinde ji hindeke welatên erebî, îsalmî û hindek welatên din heye ku çav û guhên xwe li beramber wan tawanên ne mirovane girtbûn.
– Gelek welatan xwastine Barzan li ser rûyê erdê nehêlin, ji ber ku Barzan nîşana berxwedan û serhildanan bû. Hikûmeta Îraqê yekem dijatiya xwe bo devera Barzan bi awayekî dirindane di salên 1932 û 1934ê de êrîş bir ser Barzan û 79 gund wêran kirin.
– Ji bona kavilkirina devera Barzan û jinavbirina şoreşa Îlonê hemû çekên qedexekirî û modern li dijî xelkê wê deverê ji aliyê dijmin ve hat bikaranîn. Bi dirêjiya wê dîrokê heta sala 1991ê Barzan nîşana rû bi rûbûnê bû, Barzan melbendê şoreşê bû, ji şoreşa Ebdulselam Barzanî heta Barzaniyê nemir û piştî wan jî nifşê nû.
– Niqteyeke gelek giring heye ez dixazim li vir behis bikim. Dîrokê îsapat kiriye ku her dema rêzên gelê kurd pirt û bilave bin, neyek bin, dijimî ser jê sitandiye. Her dema yek bin destketiyên mezin bidest ve anîne, yekhelwestiyê rm gihandin vê aqzadiyê ku me hikûmet û perlamento hebe.
Serokê hikûmetê sipasiya hêzên hevpeymanan kir û got kur oja ku ew tawan li dijî gelê kurd dihatin kirin, ji ber berjewendiyên xwe dewlwtên mezin li hember wan tawanan helwest nebû. Lê îro ew dewlwt di vê bêranînê de digel me beşdarin. Berpirsên rijêma jinavçûyî li ber dadgehê gihîştin cezayên xwe û her di wê dadgehê de ew tawan bi jênosîda hat naskirin.