Polîtîk

Boyner bala hukumetê kişand

Seroka Dezgehê karsazên Tirkiye (TUSIAD) li ser bûyerên dawî pêkhatîn daxûyaniyek nivîsandin belav kir. Daxûyaniyê de behsa bûyerên vê dawiyê li Inegol û Dortyolê pêkhatîn tê kirin û xeteriya berdawambûna  van bûyerên bi vî awayî tînê ziman. Di daxûyaniyê de tê ragihandin ku, eger vekirina demokratîk berdewambûya, û bi naverokek tejî gav bihatan avêtin, wê rê li van bûyeran bigirta.

Boyner di daxûyaniya xwe de dide kifşkirin ku, pirsa kurd li Tirkiye dibe sedemê veqatandina di nav civakê de, ji ber vê jî divê hinek gavên erênî bêne avêtin ku ev pirsgirêkin civakî nemînin.

Herweha Boyner got ku, divê prosesa vekirina demokratîk bête berdewam kirin û hukumet gavên bi cesaret bavêje.

Back to top button