Polîtîk
Jitem li Dortyolê derket holê
Bûyera Dortyolê hêdî hêdî zelal dibe, dixweyê cardin bi hevkariya MHP-ê û istixbarata leşkerî ya Cendirma hinek leyiztik û provakasyon pêktên. Di pêkanina vê bûyerê hemî 3 kesên istixbaratên cendirma ku cilûbergên sivîl li xwe kirîn li gel endamên MHP-ê plan kirine û bûyer hemî di kontrola wan de derbas bûne.
Dixweyê ev bûyer cardin bi destên tarî hatiye pêkanîn û hukumet vê tiştê dizanê. Herweha li gora agahdariyan muxabaratên Tirkiye (MIT) xwedî agahdariye û li gora wê jî hinek daxûyanî têne dayîn.
Îro serok wezîrê Tirkiye Erdogan serdana Antakya dike û Erdogan dê di derbarê bûyer û provakasyonên li Dortyolê çêbûyin jî hinek tiştan bêje.