Polîtîk

Debbax: Em xwe girêdayî ti rê û rêbazên konseya asayişê nabînin

 Bêjedarê bi navê hukûmeta ya Iraqê Elî Debbax da xuyakirin, ku ew bi ti awayî xwe girêdayî rê û rêbazên konseya asayişa navdewletî, yên di bareya pirsa pêkanîna hukûmeta Iraqê de nabînin. Gerek di roja çarşemba bihê jî de, encûmena asayişa navdewletî biryarekê di bareya pirsa Iraqê de derbixe.

Elî Debbax got, ku wê pişta xwe bi destwerdana Neteweyên Yekbûyî ve girê dide û dixwazekonseya  asayişa wê pirsa Iraqê çareser bike, ew gelek şaş e.
Di vê bêjedana xwe de Elî Debbax weha jî ragihand, ku ew hêvî dikin hemû alîyên siyasîyên Iraqê rêkevtinekê di navbera xwe de pêk bihînin.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Ad Melkert jî doh ragihandibû, ku ew dê fermanekê ji bo çareserkirina pirsa pêkanîna hukûmeta Iraqê bidin.
Ad Melkert weha jî dabû nîşandan, ku ew dê di reporta xwe de ya di bareya Iraqê de, hinek biryar û pêşinyaran pêşkêş bikin û dê ew biryar û pêşinyar jî, ji nişkê ve belav bibin.

(PNA)

Back to top button