Salih: Kerkûk bajarekî kurdistanî ye, lê em naxazin çareserriyeke kurdî feriz bikin
Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serdanan bajarê Kerkûkê kir û ji aliyê waliyê Kerkûkê û berpirsên îdariyên bajêr ve hat pêşwazî kirin.
Li kerkûkê li taxê Rehîmava serokê hikûmetê bi amadebûna wezîrê perwerde, wezîrê avadankirinê, wezîrê rewşenbîrî û wezîra kar û karûberên civakî kevirê bingehîn bo avakirina xwendingeheke moderin ya 27 kilasî dana.
Serokê hikûmetê bi wê minasebetê peyvek pêşkeş kir û têde got:
– Ez gelek kêfxweşim ku digel çend wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê hatîne bajarê Kerkûkê û kevirê bingehîn bo avakirina xwendingeke moderin danîn. Ev pirojeye beşeke ji hevkariyên hikûmetê bo bajarê Kerkûkê bi hemû pêkhatan ve.
– Em dixazin Kerkûk bibe bingehê pêkvejiyanê, her ji ber vê yekê jî dê navê vê xwendingehê bibe Biverejiyan. Dê gelek pirojeyên din li wîlayeta Kerkûkê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve bên avakirin ku hemû pêkhatên Kerkûkê fêdey jê werbigirin.
Paşî serokê hikûmetê û şandeya pê ra bi wali, civata wîlayetê û berpirsên îdariyên bajarê Kerkûkê re civiya.
Piştî civînê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê û got:
– Biryara hikûmeta herêma Kurdistanê avakirin û xizmetkirina bajarê kerkûkê ye bi hemû pêkhatan ve.Ev yek jî ji bo nehêlana şûnwarên siyaseta qirkirinê ye. Di çarçoveyê avakirina xwndingehên moderin li herêma Kurdistanê, me kevirê bingehîn bo du xwendingehên hevçerix dana.
– çareserkirina arîşeya Kerkûkê divê çareseriyeke îraqî be. Her çiqas Kerkûk bajarekî kurdistanî ye, lê em naxazin çareserriyeke kurdî feriz bikin. Bi baweriya me mafên kurdan bi înkarkirina mafên yên din bidestve nahên. Herwesa nabe çareseriya erebî yan derekî ji bo Kerkûkê pêşkeş bikin. Divê çareserî li gor destûr û qanûnê be.
– Kurd dixazin hikûmeta nû ya Îraqê hikûmeteke niştimanî be û temsîla hemû pêkhatên îraqî bike. Hikûmeta nû li gor destûr, pirensîpên demokrasî û federaliyê tevbigere.
Weke tê zanîn ew du xwndingeh li bi awayekî moderin tên avakirin û 4 milyar dînar budce jê ra hatîîne berdest kirin.