Nivîsar

Rewşa Tirkiye li Idlibê têkdiçe

Di siyaseta Suriye de Tirkiye ketiye tengasiyek mezin de û nizanê dê çewe xwe jê xilas bike. Tê zanîn ku Tirkiye hinek herêmên Suriye û rojavayê Kurdistanê dagir kiriye û li wan deveran bi rêya hinek hêzên opozisyonê  desthilatdariya xwe pejirandiye. Lê roj bi roj li Suriye siyaset tê guhertin û rewş zelaltir dibe.

Hêzên rejima Suriye bi pişgiriya Rusya êrîşê Idlibê dike û  roj bi roj nêzikî bajêr dibe, bi sedê hezaran xelkê Idlibê li ber sinorê Tirkiyeve koçber dibe. Tirkiye ketiye di nava tengasiyekî ku nizanê dê çewe bike. Pilek mezin ya koçberan berê xwe dane Tirkiye û rewşa wan xirab e.

Ji aliyek din ve Tirkiye hewl dide hêzên xwe yê li Idlibê di xalên çavderiyê de bi hêztir bike. Bi vê mebestê hêzên leşkerî ber bi sinorve kom dike. Yanî dê dawiyê de Tirkiye û rejima Suriye werê li himber hev. Pêwendiyên ewlehiyê di nava rejima Suriye û Tirkiye de, dê heta çi radeyê bikaribe rê li şerekî rasterast di navbera rejima Suriye û Tirkye de bisekinîne nayê zanîn.

Tirkiye li ser axa Suriye şerê hêzên rejimê bike û tê wateya ku şerê Rusya jî li deverê dike. Tirkiye nikare vê yekê ragire. Ji xwe Erdogan dide xûyakirin ku Rusya berpirsiyariya xwe ya li Astana û Soçî pêknayne û li dijê van peymana tevdigere.

Erdogan ji Amerikare dibêje; Yan ez yan HSD, ji Rusyayre jî dibêje yan ez yan rejima Esad. Tirkiye dizane ku ne Amerika ji dev HSDê berdide û ne jî Rusya pişta xwe dide rejima Suriye. Lê her demî siyaseta Tirkiye dikare di derbarê rejima Esad de bê guhertin. Siyaseta Tirkiye li Suriye û herêmê, siyaseta rêxistina Birayên Misilmane. Ji bo vê yekê jî nawenda siyaetê ne tene li Tirkiye ye.

Ji aliyê Kurdan ve hinek hewldan ji bo yekitiyek di navbera ENKSê û PYDê de heye. Helwesta fermandarê HSDê Mazlum Ebdî di vê derbarê de girînge. Ger hat û yekitiyek bê avakirin li rojavayê Kurdistanê Kurd biyek dengiya xwe dikarin herêma Kurdistanê biparêzin û dayinstandinan de bibin aktorek esasî.

ENKS û PYD li hev bikin û hêzên xwe yên siyasî û leşkerî bikin yek, dê bandora xwe li siyaseta Tirkiye jî bike û hêdî Tirkiye sedemên ku dide pêş û êrîşê rojavayê Kurdistanê dike, ji dest dide. Ji bo kurda serkevtin di yekitiyekî re derbas dibe.

Nûçe/Analiz

Back to top button