Polîtîk

Hikumeta nû ya Iraqê ava dibe

Serokwezîrê nû yê Iraqê hate destnîşankirin.   Mihemed Tofîq Ellawî wek serokwezîrê nû hate erkdar kirin.  Dixweyê piraniya aliyên siyasî ji bo vî navî li hevkirine.

Herweha di serîde Amerik pişgiriya vê hukumeta nû bê avakirin dike û balyozxaneya Amerikayê bi daxûyaniyekî de helwesta welatê xwe di vê derbarê de eşkere kir.

Wek din, Nûnera NY li Iraqê, Jeanine Plasschaert di daxuyaniyekê de pîrozbahî li Mihemed Tofîq Ellawî kir û jê xwast, beriya her tiştî reformên bingehîn bike û daxwaziyên rewa yên xwepêşanderan bicîh bîne.

Plasschaert bang li hemû hêz û aliyên Iraqî kir piştevaniya Mihemed Tofîq bikin da ku serokwezîrê nû bikaribe di bicîhanîna erkên xwe de serkeftî be.

Back to top button