Nivîsar

Rewşa Başûrê Kurdistanê,yekitiya neteweyî û meseleya ‘’xendekan’’

Mustafa Özçelik

Heyeteke HDP ê ya bi serokatiya parlemana Qersê Rêzdar Mulkîye Bîrtane, ji bo hinek hevûdu dîtinan seredana Başûrê Kurdistanê kir.Rêzdar Mulkîye Bîrtane ,di derbarê seredana xwe ya Başûrê Kurdistanê de, beyanek daye ajansa ANF ê û weha gotiye: ’’Di hevdu dîtinên me de, di derbarê xendekan de,ji me re gotin ku ,ew xendekana li dijî çeteyan e.Ango gotin,ew xendekana ne li dijî Kurdan lê li dijî çeteyan hatine kolandin’’.

Rêveberên Hukûmeta Başûrê Kurdistanê, rêveberên PDK ê û Fermandarên Hêzên Pêşmerge, bi rojan û bi israr digotin ku ‘’Ev xendekana li dijî terorîstan,li dijî çeteyan hatine kolandin.Ne li dijî gelê me yê Rojava ye’’. Lê mixabin van gotinana nekarîbûn BDP’yî,HDP’yî û PKK’yîyan îkna bikira.Rêveber û alîgirên van partiyana, ji ber kolandina xendekan rêzdar Mesûd Barzanî bi ‘’ îxanet û cahşîtîyê’’ îtham dikirin.Digotin ‘’El Nusra,Recep Tayîb Erdoğan û Mesûd Barzanî eynî tişt in.Ferqa wan tune ye’’.Vê dawiyê jî ji ber hin karesatên li rojava rû dabûn, digotin ‘’Mesûd Barzanî pêgirtiyê DAİŞ ê ye’’.

Hîna ku ev gotin û kiryarên van partiyana yên bi vî şiklî berdewam dikirin, heyeta HDPê ,ji bo hin hevdîtinan û ji bo ‘’ji nû ve destpêkirina xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurd’’ seredana Başûr kirin.Helbete ku, her gaveke ku ji bo çareser kirina pirsgirêkan bê avêtin,her gaveke jibo dîyalog û xurtkirina yekitiya nava Kurdan bê avêtin , baş e û dive mirovî piştgiriya wê bike.

Lê Rêzdar Bîrtane weki ku ew gotin û kiryarên partiya xwe yên di derbarê xendekan de ji bîr kiribe,bi awayekî nermtir dibêje , ’’Di hevdu dîtinên me de, di derbarê xendekan de,ji me re gotin ku ,ew xendekana li dijî çeteyan e.Ango gotin,ew xendekana ne li dijî Kurdan lê li dijî çeteyan hatine kolandin’’ .Xwezî li cîhê ku HDP û BDP yiyan bi wî awayê tûnd meseleya xendekan şîrove dikirin û êrîş dibirin ser Rêzdar Mesûd Barzanî û PDK ê , ew rêveberên partiya wan an jî Rêzdar Bîrtane vê helwesta wekî ya nuha ya nerm wê demê nîşan bidana.Xwezî bi awayekî îhtimala ku dikare di vê meseleya xendekan de PDK û başûrî jî bi heq bin, paşguh nekiribûna.Mesele ewqas hişk û tûnd nekiribûna.

Piştî ku DAİŞ ê dest danî ser Mûsilê, hîn zelaltir diyar bû ku, Hukûmeta Başûrê Kurdistanê di eslê xwe de ji bo ewlekarî û parastina miletê Kurd û Kurdistanê ev xendek kolandine.Wekî ku tê zanîn, eve çend salin ku, ji ber ewlekariyê li Hewlêrê û li Kerkûkê ev xendekana hatine kolandin.Û van xendekana bi awayekî berbiçav rê li ber hêrîş û planên Malîkî û terorîstan girtiye.

Ew nêrînên ku dibêjin xendekên ku di navbera Rojava û Başûr de têne kolandin, ji bo ‘’ablukaya rojava ye’’ ,xelet in.Û rewşa nuha ya li ber çav jî îspat dike ku, xendek li dijî terorist û çete û dijminanê Kurdan hatine kolandin.

Ew kiryar û propagandayên tûnd yên ji ber kolandina xendekan ve ji aliyê BDP,HDP û PKK yîyan hatibûn kirin, tesîreke neyênî di hişmendiya netewetiyê de kiri ye.Zerar gihandiyê yekitiya neteweyî.Dive ev yeka jî ji me re bibe tecrûbe ku,Kurd bikaribîn pirsgirêkên di nêva xwe de bi awayê diyalog û danîn û standinan çareser bikin.Û divê em bikaribin bi perspektîfeke Kurdistanî,netewî û li ser esasê birayetiyê li meseleyên navxweyî binerin.

Îro careke din miletê Kurdi di merhaleyeke dîrokî de derbas dibe.Ew Kerkûka ku dilê Kurdan e û ew deverên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî Herêma Kurdistanê mabûn, îro di bin kontrola hêzên pêşmergeyên Hukûmeta Kurdistanê de ne.Êdî , axa Başûrê Kurdistanê bi awayekî yekgirtî, gaveke din nêzî serxwebûnê bû ye.

Divê Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê û yên li deverek dinyê dijîn,bi can û dil li gel birayên me yên başûrî bin.Divê kî çi, ji destê wî/wê bê texsîr neke.Divê em bizanibin ku, ev deskeftinên li Başûr ,di eslê xwe de, destpêka azadî û mafê çarenûsiya hemû Kurdan e.Başûrê Kurdistanê, bi yekitiya xwe ya neteweyî ya navxweyî gihîşt vê qonxê û dîsa bi yekitiya xwe ya navxweyî jî ber bi serxwebûnê ve diçin.

Li Rojavayê welatê me jî ,divê hemû hêzên Kurd bizanibin ku heger yekitiya neteweyî pêk neyê,heger îdareyeke hevbeş ya Kurd pêk neyê,dê dijminê miletê Kurd bi plan û dek û dolabên xwe yên qirêj rê li ber azadiya gelê me bigirin.Divê Desteya Bilind a Kurd ji nû ve bê geş kirin û amadeyîyeke Kurdistanî li hember planên dijminên miletê Kurd bê hûnandin.Yekitiya neteweyî ,îro ji her demê zêdetir,ji bo her çar perçeyan jî pêwistiyeke zarûrî ye.

Rast e eve ne asan e.Lê bêyî wê jî ,her dem fen û fêlên dijminên miletê me dikarin rêya serkeftinê û azadiya welatê me têk bidin .Divê ne li gorî plan û lehîstok û eqlê hin kes û hêzên xêrnexwaz; lê li gorî berjewendî û îradeya xwe ya xweser û Kurdistanî em bikaribin, siyaset û stratejiyên xwe yên neteweyî bimeşînin.Eve ji bo her Kurdekî ku ji welatê xwe hez dike, berpirsyarî û wazîfeyeke dîrokî ye.

16.06.2014

Back to top button