Polîtîk

Êdî mafê Kurdan ya ji budçeya Iraqê tûne

Wezareta Nefta Iraqê ragihand piştî şandina duyem karwana neft ya ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve bi bêyî rizamendiya Hikumeta Iraqê, Kurdistan êdî mafê daxwazkirina %17 ê budçeya federal tûne. Li gor Wezareta Neft Awustralya dû karwana nefta Kurdistanê kiriye.

Ebdulkerîm Le’êbî Wezîrê Nefta Iraqê li daxuyaniyeke rojnamevanî da li Viyanna ragihand: “Piştî şandina duyem karwana neft ya ji aliyê Herêma Kurdistanê bi bêyî rizamendiya Hikumeta Iraqê, Hikumeta Herêma Kurdistanê êdî mafê daxwazkirina % 17 ê budçeya federal tûne”.

Her wiha got: “Şandina nefta Kurdistanê ya li rêya Tirkiyê ve şaşiyeke mezine ku Hikumeta Tirkiye û Hikumeta Herêma Kurdistanê kirine”.

Back to top button