Rewendeke çawa?

Bi vê bawerî û armancê damezrandina Rewenda Kurdistanî karekî pîroz û şanseke mezin e ku kurdên li dîasporayê di bin sîwaneke weha de xwe bidin ser hev.

Bûbê Eser
Divê em vê yekê ji bîr nekin ku amadebûn û damezrandina Rewenda Kurdistanî li ser pêşniyara serok Barzanî pêk hatiye. Serok Barzanî jî ji bona me kurdan rûmet û qîmeteke bê hempa û şanseke mezin e. Şîret û temeniyên cenabê wî ji bona me kurdan ayetên pêşketinê û bi nirx in. Lewra divê her kurd bi xurtî û bi girseyî piştevaniya serok Barzanî bikin da ku em kurd bighêjin mafê xwe ê rewa.
Piştî tekoşîn û berxwedana zêdetirîn ya sed salan a Barzaniyan em kurd li başûrê Kurdistanê bûne xwedî parçeyek axa azad ku gelê me li wir bi azadî dijîn.
Lê daxwaz û helwesta serok Barzanî ew e ku hemî kurdên li her çar perçan bighêjin azadiya xwe. Ji bona Kurd jî weke her miletekî bi azadî bijîn. Loma divê em jî xwedî li serokê xwe derkevin. Piştevaniya wî bikin da ku ew jî di qada navneteweyî de bi rehetê doza gelê xwe bidomîne.
Kar û erka serok Barzanî ew e ku tevger û pêkhatiyên Kurdistaniyan ji bela welayê azad bike. Ji ber vê daxwaza serok Barzanî ew e ku hemî kurdên li ewropa din navê Rewenda Kurdistanî bicivîne da ku bikaribin bi hêsanî doza mafê xwe bikin û ji başûrê Kurdistanê re jî bibin palpişt.
Bi vê bawerî û armancê damezrandina Rewenda Kurdistanî karekî pîroz û şanseke mezin e ku kurdên li dîasporayê di bin sîwaneke weha de xwe bidin ser hev. Ji roja damezrandina wê û heta îro gelek karên baş hatine kirin û têne kirin.
Weke em dizanin û diyar e ku di damezrandina her dezgehekê de wê hin kêmanî jî peyde bibin. Lewra her endamên ku kêmanî an şaşî dîtin divê bi awayekî maqûl bala berpirsan bikşînin. Bi vî rengî di nava xebatê de dê ew dezgeh bibe dezgeheke neteweyî da ku bikaribe neteweya xwe di bin baskê xwe de ji baran û terezê biparêze.
Damezrandin û armanca vê Rewenda li ser pêşniyara serok Barzanî hatiye damezrandinê ku li gor min hin kêmanî hene ku divê ew jî serrast bibin. Ji bona serrastkirinê jî divê her kesên endam nerîn û dîtinên xwe jî bêjin ango binivîsînin da ku em bi hevre vê rewendê bixin qada navnetewî. Divê dinya jî bizanibin ku her pêşniyar û gotina serok Barzanî ji bona me kurdan fermanin.
Bi vê sedemê min xwest weke rêvebirekî Federasyona nivîskarên Kurdistanî li diasporayê, çend têbiniyên xwe bêjim:
Divê Rewend ji meclîsekê pêk bê. Endamên meclîsê jî divê bi rêya hilbijartinê be. Lê divê beşa nivîskar, jin û ciwanan bi kota ango her yek ji wan raste rast bibe endamê meclîsê.
Ji nava meclîsê jî divê komîta rêvebir ku ji pênc an heft kesan bêne hilbijartin. Ew pênc kesana tenha dê karê wan dîplomasiya navneteweyî be. Loma jî divê ew pênc kes pispor û pir zimanî bin. Ango her yek ji wan bi çend zimanan bizanibin. Civaka ewropa nas bikin. Divê rewş û xwendina wan bê zanîn ku kîjan uniwersîte qedandine. Bi kesên ne xwenda û zimanan nizanin ev komîte wê ne çalak û xwedê erkekî baş be.
Endamên komîta rêvebir divê bêtirên wan ciwanên ku li ewropa hatine dinyê, bêne hilbijartin dê baştir be. Ji ber ku ew ji me ango ji salmezinan bêtir civata ewropî nas dikin û dikarin ji me rehetir bi wan re têkiliyan deynin ango peyde bikin.
Ji nava meclîsê divê kesekî nivîskar bibe berpirsê Federasyona nivîskaran û divê Federasyon jî bi kongreyekê komîta xwe ya rêvebir ango ya karker hilbijêrin. Kesên ku di vê komîteyê de cih bigirin jî divê herî kêm xwedî sê (3) berhemên çapkirî bin. Serokê komîtê jî divê kesayetiyekî di nava kurdan de naskirî, zana û xwedî gelek berhem be.
Piştre komîte di nava xwe de kar li hev parve dikin û her berpirsekî komîtê jî dikarin di bin berpirsiyariya xwe de komîteyekê hilbijêrin. Heger îmkan hebe divê li her welatekî komîta nivîskaran bê damezrandin. Heger ev îmkan tunebe divê yek bibe berpirsê wî welatî.
Divê ev jî neyê ji bîr kirin ku nivîskar û rewşenbîr pêşkêşê civat û siyasetmedarên xwe ne. Ew dikarin bi nerîn û dîtinên xwe, bi nivîs û gotinên xwe yên wêrekî desthilatan jî biguherin. Loma pêwîst e ku ev rewş di nava rewendê jî berçav bibe.
Divê Federasyona jinan, ciwanan û yên pêşeyî jî bi vî rengî be. Da ku ew jî bikaribin karên xwe bi serê xwe rehet bikin.
Komîta rêvebir ji mehê carekê û ya meclîsê ango ya giştî jî ji sê mehan carakê bicivin û raporên xwe pêşkêş bikin ku kê çi kar kiribin bi zelalî bê zanîn. Kêmanî bêne dîtin da ku ew jî bêne temam kirin.
Piştî civîna giştî ya meclîsê divê rapora kar ji bilî ya têkiliyên navnetweyî ji raya giştî re bê zelalkirin.
Divê Federasyona nivîskaran salê 2-3 nivîskarên xwe ji ber karê weşandina berhemên wan, wan xelat bike. Ev ji bona ciwan û jinan jî derbas dibe.
Divê salê carekê konferansa revendê bê amade kirin ku li wir gengeşe û munaqeşeyên li ser kar bêne kirin. Divê kurd û cîhan bibînin ku bê ev Rewend çawa ji bona kurdan kar dike.
Li gor min divê herkesên di komîta rêvebir an di meclîsê de cih bigire pêwîste ne ji bona xatiran be. Li gor zanîn û zîrekbûna wan, bêne hilbijartin û xwedî dîplomayên bilind bin. Ew kesên ji bona meclîsê jî bêne hilbijartin divê dîroka wan ya welat û ewropa, xwedî çend berhem û bi çi mijûl bûn û mijûl in, bê zanîn.
Divê em vê jî baş bizanibin ku hebûna başûrê Kurdistanê hebûna me hemî kurdan e. Gotin, têbinî û pêşniyarên serok Barzanî divê ji bona me tevan bibin guhar. Bi vî rengî û ji karê dostanî û hevrêyê bêtir li gor çalakî, zane û xebatên kesan ew bêne hilbijartin.
Dixwazim spasî rêzdar Şîfa Barzanî berpirsê Rewendê bikin ku ji damezrandina wê û heta niha xwe gelekî westan û diwestîne ku em bi hevre rewenda xwe bi ser bixin.
Bi hêviya Rewendeke hê xurtir û çalaktir.


