Rêveberiya DEMê Kemalîst e û dijminiya destkeftiyên Kurdistanê dike!
Roja 11ê Tebax a 2024ê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê daxûyaniyek derêxist, ev daxûyanî naveroka siyaseta DEMê ya ku ji hemû cureyê niştimanperiyê dûr û bi tenê siyaseteka hemahengî bi dezgehên tariya yên dewletê re dide ispatkirin.
DEM bi vê daxûyaniyê de sinorên bê ehlaqiyê derbas kirine û bi tenê kîn û nefretek qirêj êrîşê Barzaniya û PDKê dike. DEM di daxûyaniya xwe de dide kifşkirin ku çewe taşeroniya siyaseta dijminatî ya Qendilê dike. Gerek tu cara reveberiya DEMÊ ji siyaseta qirêj a Qendil neyê cuda kirin.
DEM partiyek Tirkiyeye û ji bilî dengê Kurda werbigire tu pêwendiya vê partiyê bi Kurdeyatiyê re tuneye. DEM beşek ji çepên Kemalistê Tirk e. Gelek bi plan û program ji bo entegreya kurdan civata Tirkan ve kar dike û miletê kurd ji kurdeyatiyê dûr têxe.
Niha jî hewldide Kurdên Êzidî ji siyaseta xwe re bike malzeme.
DEM di daxûyaniya xwe de dibêje: ” Li aliyê din zêdebûna gefên operasyonê yên li ser Şengalê rê li ber fermaneke nû vedike. PDK ya ku gelê Êzidî di dema komkujiyên DAIŞ’ê de hiştiye û pêşî li parastina wan girt, wê bibe berpirsyarê sereke yê komkujiyeke nû.
Em hişyariyê didin PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Demildest dev ji vê lîstika metirsîdar berdin. Gelê Kurd wê îro jî weke berê mafê Êzidiyan ku li ser xaka xwe bi ewle û aram bijîn biparêze.”
DEM behsa çi dike? Ew tişta ku ew behsê dikin ji bilî hêşe wan yê zingar girtî ne di bîra kesekî de ye. Metirsiya mezin ewe ku, PKK cardin kurdên êzidî bikin qurbana siyaseta xwe ya qirêj. Gelo heta wek vê gavê bi belge PKKê çi ji kurdên êzdî re kiriye?
Her kurdek welatparêz dizane ku dema DAÎŞ kete herêmê û Şingal jî dagir kir û dest bi komkujiya êzîdiya kir, bi hezaran kuştin, keç û jinên wan revandin û li bazaran firotin. Cardin Pêşmergeyên Kurdistanê bi hemû imkana xwe û rijandina xwînê ji bo azadkirina Şingalê tevgeran. Serok Barzanî baregehê xwe yê leşkerî li tenişta Şingalê li darxist û heta ku roja azadkirina şingalê ji teroristên DAÎŞê li herêmê fermandariya şerê rizgarkirina Şingalê kir.
Dema Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo rizgarkirina Şingalê şerê DAÎŞê dikiran, militanên PKK/DEMê ji bo parlementoya Almanya çekan nedê Kurdistanê xepêşandan kirin. Hinek çalakvanên PKK/DEMê çûn parlementoya Almanya û slogan avêtin ku, ji bo hukumeta Alman biryara dayina çeka ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê nepejirîne. Ew weneyê wan çalakvanan û sloganên ku diavêtin hêja di guhê gelek kurdan de ye.
Herweha cardin serok Barzanî li serê çiyayê Şingalê rizgarkirina Şingalê û şkestina DAÎŞê ji raya Giştî ya cîhanê re ragihand. Barzanî li serê Çiyayê Şingalê konferansek çapenî li darxist û rizgarkirina Şingalê ragihand. Ev yek li ber çavê cîhanê hate kirin. Lê pisekên wek reveberiya DEMê ji bo rolê PDKê,Pêşmergeyên Kurdistanê û Barzaniyan weşêrin îro van daxûyaniyan dertêxin xwe behtir çavê dijminên Kurdistanê de şirîn dikin.
DEM, PDKê itham dike ku ,ew amadebûna qetlima gelê êzidî dikin. Bila Qendil û teşeronên dewletên dagirker û reveberiya Kemalist a DEMê baş bizanibe ku, Kurdên êzidî Barzaniya û PDK baş nas dike û nahêle êzidî bibin malzemeyek siyasî ji siyaseta taşeronên dewletên dakirker.
Herkes dizane ku, piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, MIlisên Îranê,arteşa Iraqê û çekdarên PKKê bi hevrê li dijê Pêşmergeyên Kurdistanê şer kirin û Şengal dagir kirin. Îro çekdarên PKKê beşek ji Heşda Şeibî ne û miaşxwerên arteşa Iraqêne û li deverê di çerçoveya siyaseta PKKê de zilm û zoriyê li gelê êzidî dikein. Fermandarên PKKê bi xwe bi dehan vîdeoyan de eşkere kirine ku eger ne ji wan bûya arteşa Iraqê nikariya werê Şingalê bi cih bibe. Ew nahêlin Şingal ji hukumeta Merkezî ya Iraqê veqete û bikeve li ser herêma Kurdistanê.
Roja 03.08.2024ê, di 10mîn Salvegera Komkujiya Êzdiyan ku, ji aliyê Zanîngeha Kurdistanê û Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzdî li Hewlêrê ve hatibû li darxistin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hemû dam û dezgehên gelê me yê êzidî di vê civînê de beşdar bûn. Di civînê de berpirsên êzidiyan behsa êş û elemên xwe kirin.
Serok Neçîrvan Barzanî axavtinek kir û beşek axavtina xwe de dibêje: Xizmetkirina gelê Şengalê û pêkhateya êzidî divê karê me hemûyan yê pêşîn be. Werin em hemû bi hev ra bixebitin ku êdî Şengal û êzidî nebin ajandaya hizbî û siyasî û dîl nebin destê hêzên herêmî da. Divê gelê Şengalê bi xwe karûbarên xwe birêve bibe û êdî nebin esîrê hêzên derveyî tixûban. Ji ber vê yekê divê PKK û her hêzeke neqanûnî ji Şengalê derkeve da ku em hemû bi hev ra bikarin ewlehî, jiyan, avadanî, umêd û hêviya jiyanê ji Şengalê ra vegerînin. Li Iraqeke pir olî û pirneteweyî da, hebûna bi bandor a saziyan û cîbicîkirina destûrê garantiya parastina hemû pêkhateyan û mafên wan yên niha û paşerojê dike, klîta aştî, aramî û pêşketina welat e, ji ber wê jî divê em hemû ji bo cîbicîkirina destûra herdemî ya Iraqê kar bikin.
Ev peyama serokê Herêma Kurdistanê rê li ber hemû cureyên destwerdana di nava civata êzîdî de asteng dike .
Ji aliyek din ve tu mafek a DEMê tuneye ku, xwe tevlî siyaseta herêma Kurdistanê bike û wek darikê fitnê di nava civaka kurd de tevbigere.
Ev helwesta DEMê bi destê Kemalistên nijadperest e,helwesta çepên Tirkên Kemalist e. Gerek bingeha DEMê,kurdên welatparêz di nava DEMê de vê rastiyê bibînin û li himber vê reveberiya pîyonê Kemalistan bibin xwedî helwest. Rêveberiya DEMê bi vê daxûyaniyê dijminatiya xwe ji destkeftiyên neteweyî re daye îspatkirin.
Ji bilî welatparêzên di nava DEMê de, gerek li bakurê Kurdistanê aliyên siyasî di vê derbarê de bê deng nemînin û helwesta xwe bidin diyarkirin. Her awayê bêdengiyê wek pişgiriya vê siyaseta xeter a qirêj tê pejirandin.
12.8.2024
Nêrîn / Şirove