Polîtîk

Daxûyaniya PDKê di derbarê rewşa Kerkûkê de

Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî û Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên derbarê pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de daxuyaniyek da.

Teksta daxuyaniya Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê

Derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên di derbarê pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de, me yekser piştî ragihandina encamên hilbijartinên Kerkûkê, got ku ew encam îradeya rastîn a Kerkûkiyan nîne. Ji wê demê ve heta niha gelek hewl hatine dayîn ku li Kerkûkê bigihin çareseriyeke guncaw, ji ber ku rewşa Kerkûkê rewşeke awarte ye û divê çareserî jî çareseriyeke awarte be da ku xizmeta xweşî, aramî û refaha xelkê wî bajarî bike.

Çend hevdîtin bi aliyên Ereb û Tirkmen re hatin kirin. Di civîna dawî ya roja 04.08.2024ê li gel Serok Barzanî bi amadebûna hemû nûnerên Ereb û Tirkmenan, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku çareserî li ser esasê mafên hemû pêkhateyên Kerkûkê û di çarçoveya lihevkirina niştimanî de be. Divê dubare bê kirin û nêrîna Serok jî ew bû ku parêzgarekî kurd û bêalî destnîşan bike ku hemû aliyên serketî qebûl bikin.

Di encama gotûbêjan de li ser wê yekê li hev kirin ku parêzgarê Kerkûkê sê alî be. Her aliyek daxwaz kir ku yekem car parêzgar ji civata wan be û serokomar jî tekez kir ku yekem car parêzgar kurd be. Serok Barzanî her wiha daxwaz ji wan kir ku, eger razî nebûna bi mercê ku cara yekem parêzgar Kurdekî bêalî be, ligel YNKê li hev bikin, lê wan hemûyan red kirin ku li ser destnîşankirina parêzgar bi YNKê re li hev bikin. Piştî wê çendîn civînên din jî hatin lidarxistin, her çende her carê rêjeya yasayî bo destnîşankirina parêzgar temam bû, lê rola hewl û navbeynkariya birêz Sûdanî hat berçavgirtin ji ber ku dosya di destê wî de bû.

Tişta ku roja 10ê Tebaxê li otêla Reşîd a Bexdayê ji bo destnîşankirina parêzgar û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bêyî agahdarkirina hemû aliyan û bi nebûna nûnerên tirkmen, hinek ereb û PDKê hat kirin, neqanûnî ye û pirsgirêk hene û ne li raste jî. Em di wê baweriyê de ne ku tişta hatiye kirin nikare bibe çareseriyeke rast ji bo derbaskirina pirsgirêkên Kerkûkê.

Çareserkirina pirsgirêkên bajêr û dermankirina êşên xelkê Kerkûkê bi bazar, hest û lîstikên siyasî nayê kirin. Çareserî ne yekdestdarî û ne hewla biçûkxistina partiyan e û divê her kes bi dilniyayî û ji bo xizmetkirina xelkê beşdarî birêvebirina Kerkûkê bibe.

12.08.2024

Mehmûd Mihemed
Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê

Back to top button