Cîhan
Li Suriye erhejek bi hêz çêbû
Li gor nûçeyeke rojnameya Şeq Elewset şeva derbasbûyî erdhejek bi pileya 5.4 li ser pîwana rîşter Bakûrê Sûriyeyê hejandiye.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, navenda erdhejê li Hemayê bûye û erdhej li 10km kûrahiya erdê de çê bûye û li welatên derdor bi taybetî li Tirkiye, Libnan û Urdinê jî xelk bi vê erdhejê hesiyane.
Heta niha derbarê zirarên erdhejê de ti zaniyarî nehatine eşkerekirin.