Dê Îran van rojan êrîşê bike
Berdevkê Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby di konfêranseke rojnamegeriyê de daxûyakirin ku, dibê ku ji bo tolhildanê Îran di vê heftiyê de êrîşê Îsrail bike. Li gora daxûyaniya Kirby; ew nizanin dê îran çi awayî êrîş bike ,lê dibe ku awayek cur bi cur ev êrîş pêkwerê.
Herweha Kirby dibêje ku,” Serok di wê baweriyê de ye ku eger bigihîje wê xalê, kapasîteya me ya têr heye ku em Îsraîlê biparêzin. Kes naxwaze ev yek bibe. Ji ber vê çendê ev çend roj in em bi awayekî cidî danûstandinên dîplomatîk dikin da ku em bibînin ka ji bo bêbandorkirina vê rewşê çi dikare were kirin.”
Serokê Amerîka Joe Biden îro danê sibê bi rêya telefonê bi lîderên Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalya re li ser rewşa Rojhilata Navîn axivî.
John Kirby dibêje: “Ev pêwendî bi giranî ji bo nirxandina aloziyên li Rojhilata Navîn hat lidarxistin, ji bo ku serok careke din tekez bikin ku pêwîstiya parastina Îsraîlê, navbeynkariya agirbestê, vegerandina rehîneyan ji bo malên xwe û şandina peyameke bihêz ku ew naxwazin bibînin ji aliyê Îranê ve ti êriş were kirin.”