Referanduma kurd dişûfe agirê Nemrûd

Referanduma Neteweyê Kurd a li Başûrê Kurdistanê, niha bûye wek Agirê Nemrûdê qiralê Kurdan ku Brahîm Xelîlê Xwedê avêtiye nava êgir.Wê demê weke niha pir kes dixwestin agir gurr bibe, pir kes jî dixwestin ku agir bitefe.Ev dilxwazî û dilnexwazî, heta ketibû nava sewal û ajalan jî. Yek ji wan gumgumok bû û yek jî marmarok bû.Gumgumokê pifdikir da agir gurr li Brahîm gurr bibe, marmarokê jî devê xwe tije av dikir û davête ser êgir, da agir bitefe.Îro jî kesên ku li dijê Referandumê ne mîna gumgumokê ne û yên xêrxwaz in jî wek marmamrokê ne. Ev herdu celeb jî, tîneke zêde nadin kirin.Lê rastî ev e ku dema xwedanê hêza herî bala ferman kir û got:“Ya naro kûnî berden we selamen ela Îbrahîm.”(Ya agir bibe sar û aram li ser Brahîm Xelîl)Û ew agirê no ji ber xwe ve vemiriye.Yê serkeftinê bi dest xist, Brahîm bû û yên xêrnexwaz tev şermezar bûn û nema karibûn derkevin nava xelkê.Ev Referandûm jî serkeftî dibe, ji ber ku bi vîna Yezdanî dest pê bûye û wê bi aramî bigîje armanca xwe, herweha wijdana Giştî ya cîhanê jî piştevanê wê ye.Lê ewên ku li dijê Referandûmê derdikevin wê pir fedîkar û şermezar bibin, heta wê fedî bikin ku derketin nava xelkê.Hin dewlewtên cîran jî pir qîreqîr dikin û qaşo li dijê Referandumê dewrdikevin. Lê wê roja duşemê êvarê, zexta wan a xwînê dakeve û wê normal bibin.Bêguman heta ku Kurd negîjin mafê xwe yê netewî, aramî û êminatî jî li Rojhilata Navîn çênabe, herweha li dinyayê jî wê sergêjiyên mezin berdewam bibin.Hêza herî mezin û xurt, ev e ku meriv mezlûm û bindest be.Serkeftin ya Neteweyê Kurd e.Referandum li Kurd û Kurdistanê pîroz be.22/ 09/ 2017Zeynelabidin Zinar  

Nerîna min :