Cîhan

Tu feyda referandumê ji bo kurda tuneye

Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim cardin li ser pirsa referandumê axivî û behsa nekirina referandumê kir.Yildirim pirsa çêkirina referanduma serxwebûnê wek mijareke ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê binav kir û diyar kir: “Emê mafên xwe yên ewlekariya neteweyî bikar bînin. Ez dixwazin ji vir careke din bang bikim; hê jî dem derbas nebûye. Bila Barzanî dest ji vê evînê û pêdagiriyê berde.”Yildirim berdewambûna axavtina xwe de got:Tu xêra vê referadnûmê ji bo birayên me yên kurd jî nîne.  Divê nehêlin pirsgirêk bi ser pirsgirêkan de zêde bibin. Çêkirina referandumê li Kerkûkê pirsgirêkek dine .Îro civina konseya ewlekariya Tirkiye di serokatiya Erdogan de dicive û dê di derbarê Kurdistana Başûr de hinek biryara bigrin.

Back to top button