Rastiya navê ”beyreq”a Kurdî..!
Zeynalabidîn Zinar
Diyar e ku roja 17ê meha 12yan, Roja Aalaya Kurdistanê ye.
Li Medyaya Elektronîk bi herzaran kes vê rojê pîroz kirine.
Min li rûpela xwe ya Facebookê jî niherî, gelek hevalên min jî pêroziya Alaya Kurdistanê nivîsandina.
Lê ji %99 navê wê şaş nivîsîne.
Min jî vê kurtenivîsa li jêrê weşand:
”Gotina ALA KURDÎ şaş e!
Rastiya wê ALAYA KURDÎ ye.”
Çend biraderan li binê vê nivîsa min nerazîbûna xwe diyar kirine û ji min pirsîne ka çima AL ne rast e?
Di ser de tew yekî nivîsiye ku ALA peyveke erebî ye û rastiya wê AL e.
Lê vî biraderî jibîr kiriye ku wateya ALê, teref e.
Biraderek bi navê ”Abdulah Bozkuş” jî gelek bi xwe bawer weha nivîsiye:
”Abdullah Bozkuş ev nayê wateya ku Alaya di virde hatiye nivîsandin raste na . Ev helbest li ser 11 movikan hatiye danîn belkî ji ber wê bê jî gotibe Alaya. Ne gotiye Ala. Go bigota Ala ev rêz dîbû 10 movik .”
Ev biraderê ku hêj KITE û MOVIKan ji hev nanase, herweha eger haya wî ji Klasîkên Kurdî, ji peyvsazî û daçekên milkane yên kurdî heba, vê nivîsê nedinivîsand.
Dema min ew nivîsên çewt dîtin, xewa min di derengiya vê şevê de neha û ez daketin nêv berhemên Klasîkên Kurdî û min yazdeh malikên ku peyvika ALAyê tê de hatiye bikaranîn dîtin û va ye pêşkêşê we xwik û birayên hêja dikim.
Min di malikan de peyvika ALAyê, bi tîpên mezin nivîsiye:
- Tox û ALA ku xuya bûn ji ‘Ecem
Ereban tîpî şikestin çep û rast
…
Zalimê kuştim, şepalê, nazikê, qencê, delalê
Bûn hicaba zulf û xalê, êdek û ALA û tox
…
Cengê Hindî dikirin Fêris û rumbazê Ereb
Tox û ALA di Firmgî ne, kemandarê Hebeş
ALA û tayên qurmizîn
Eslan di ber da berizîn
Bejn û bala tox û ALA
Mim kirin vêkra mitala.
MELAYÊ CIZÎRÎ
2) Telebkar in dikin se’yek ezîm e
Ji bo şeh ra dikin ALA û xîm e
ŞÊX ESKERÎ
3) Ya Reb îmanê dixwazin em mudam
Jê rê ALAya Muḥemmed we’s-selam
…
Ey şefîʿ û saḥibê ALAyê ḥemd
Min hene bê ḥed guneh nîsyan û ʿemd
…
Lê me hêvî wasiq e dê ez feqîr
Jê rê ALAya te bim roja ʿesîr
…
Hate xwarê Cebraîl û mujde da
Keskî ALAyek li banê Keʿbê da
MELAYÊ BATEYÎ
3) Ew çi dilbend in muselsel, ew çi zincîr in kezî?
Ew çi mehyûs in, çi ALA kesk û sor û qirmizî?
MACIN
Eger meriv li pîroziyên xwe lêkolîn bike, hemû peyvên podivê tê fr têne xuyakirin.
Bi hêviya lêkolînên berfiref, her şad û bextewer bin…
18/ 12/ 2024.