HAK-PAR, PSK, PWK:
Roja Alaya Kurdistanê, Bila Bibe Destpêka Hevxebat, Hevkarî û Tifaqên Neteweyî, Demokratîk
17ê çileya pêşîn Roja Alaya Kurdistanê ye.
Alaya Kurdistanê ya ku îro kurdên cîhanê wek alaya xwe ya niştimanî qebûl dikin, di sala 1920î de, ji alîyê Teşkîlatî Îçtîmaîye ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin. Alaya Kurdistanê eve ji 100 salî zêdetire ku wek nirxeke neteweyî hatîye qebûl kirin.
Alaya Kurdistanê ne tenê sembola azadîya Kurdistanê ye. Alaya Rengîn, eve ji sedsalî zêdetire ku di meş û têkoşîna azadîya Kurdistanê da rêberîya miletê Kurd dike, di karesat û serûbinîyên mezin de rêya me rohnî dike, hêvîyên me li ser pîyan digre.
Ew Alaya rengîn ya ku di 1920ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve di 1930îyî de li Çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.
Alaya Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.
Alaya Rengîn ji Çîyayê Agirî gihîşte Rojhelatê Kurdistanê. Komek ciwanên kurd di 17ê Çileya Pêşîn a 1945ê de, Alaya Rengîn li Mahabadê li ser avahîya dadgehê ve daliqandin.
Piştî îlan kirina Dewleta Komara Kurdistanê, Hikûmeta Komara Kurdistanê Ala Kurdîstanê wek alaya Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) qebûl kir.
Alaya Rengîn, li Mahabadê, li Komara Kurdistanê, hem bû şahidê serkeftin û mizgînîya azadîyê, him jî bû sitare li ser yekemîn Komara Kurdistanî.
Parlamentoya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ya ku di sala 1992yê de hatibû damezrandin, ew alaya ku di sala 1920ê de hatibû qebûl kirin, weke fermî, weke Alaya Kuridstanê qebûl kir.
Alaya ku Serokomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed wek emaneteke milli teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir, îro bi şanazî li Başûrê Kurdistanê li ser Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê bilind dibe.
Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê, wek qedirbilindî, di rûniştina xwe ya 11. 11.1999an da, roja 17ê Çileya Pêşîn, roja ku Alaya Rengin di sala 1945î da li ser Dadgeha Mahabadê hatibû daliqandin, wek Roja Alaya Kurdistanê qebûl kir.
Em baş dizanin ku her millet bi welat û nasnameya xwe heye; bi ziman, çand, dîrok, nirx û remzên xwe yên neteweyî di nava malbata miletan de cîhê xwe digrin. Tiştê ku miletan di asta herî bilind de temsil dike jî bê şik alaya wan e.
Alaya Rengîn berhemê têkoşîna dusedsalî ya doza azadîyê ye, nîşana ked û xwîna bi sed hezaran evîndarên azadîyê ye. Alaya Rengîn di destê têkoşerên azadîya Kurdistanê de her li ba bûye.
Alaya Kurdistanê rûmeta me ye.
Wan kesên ku nehiştine Ala Rengîn li erdê bikeve, her tim bi serfirazî Alaya Kurdistanê bilind kirine, em ji dil û birêzdarî bi bîr tînin.
Belê, ev roj, rojek ji rojane ku bi hestên neteweyî, niştimanî lêxwedîderketin û hildana Alaya Kurdistanê ye.
Divê ev alaya, jibo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek Alaya Kurdistanê ya neteweyî, niştimanî, hevbeş bê qebûl kirin.
Em hêvî dikin ku Roja Alaya Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê û li dîasporayê, bibe destpêka hevxebat, hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk, niştimanî; bibe destpêka azadîya her çar perçeyên Kurdistanê.
Em hêvî dikin ku Roja Alaya Kurdistanê di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê de bila li ser hişmendîya neteweyî, demokratîk, niştimanî, bibe destpêka ava kirina tor û mekanîzmayeke ku bikaribe koordînasyon, hemahengî, dîyalog, dan û stendin, şêwra navxweyî, bi hev re dîyar kirina fikir û helwestên hevbeş bihûne.
Roja Alaya Kurdistanê li hemû kurd û kurdistanîyên cîhanê pîroz be. 17.12.2024
Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)