Pêşeroja rojavayê Kurdistanê girêdayî yekitiyek netewi ye..!
Divê kurdên Sûriye ji bo berjewendiyên xwe û destxistina mafên netewî ji dev siyaseta li dijê dewletbûna kurda berdin û vê yekê ji Raya Giştî re ragihinin.
Dara Bilek
Ji roja rejima Esad û Baas li Sûriye rûxayî û serokê rejime ji Sûriye derketî heta niha gelek gotubûj tene kirin. Rastiyek heye ku, ne Heyet Tehrîr Şam û ne jî rêxistinên muxalefeta Esad dikiran ne bi sere xwe hema 12 rojan de heta şamê hatin û desthilat destxistin. Ev planek bû hêzên navdewletî li pişbûn û ev yek jî li gora daxwaziya wan pêkhat.
Eger em rastiya Sûriye bi tememî binerin, rejima Esad di deste grubek mezhebi de bû û li ser bingehî berjewendiya wan desthilat dihata rêvebirin. Ji aliyek din ve gurubên li dijê rejime jî piranî gurubên mezhebin bû. Rejima Sûriye deste Alivîyan de bû, Îran û hemû gurubên Şîa pişgiriya wê dikiran û bi hezaran çekdarên van guruban li Sûriye rejima Esad diparastin. Ji aliyek din ve di serî de HTŞ û gurubên din yên îslamî Sune ne û rêxistinên îslamîne û şerê desthilatê dikiran.
Piştî şerê Îsrail, Hemasê û Hizbullaha Libnanê destpêkir, Îsrail dirêjahiya salekî de, karî bandora Hizbulaha Libnanî bişkîne û wan bi awayekî berteraf bike. Îsraîl heybeta Îranê şkand û rojane li Suriye êrîşê Îran û milîsên Îranê dikir. Di encam de hêzên pişgiriya rejime dikiran ji aliye Îsrail ve hatin zeyif kirin û hêza wan a şer li Suriye têkçû. Rusya dît ku,tu berjewendiya wan parastina rejime de nemaye û ji xwe şerê Rusya û Ukranya jî Rusya gelekî ji derb xistiye. Dewsa ku Rusya bi şer rejime biparêze , di çerçoveya hemahengiyekî de biryara vekişana hêzên xwe ji Sûriye da.
Ev yek hemû kêrî kare HTŞê û hêzên opozisyona Sûrîye hat û wan jî awayek ku hatî plankirin dest êrîşa kirin û demek kurt de gihan Şamê. Hêzên rejime û hevalbendên wan qet şer nekirin û li berxwenedan. Ev yek jî balkêş bû.
Niha di vî şerî de rewşa Kurda li rojavayê Kurdistanê dê çewebe ? Yan jî divê kurd çi bikin? Gerek mirov bibînê ku, di rastiya xwe de PKK li rojavayê Kurdistanê çewe bû desthilat û çi siyaset rêve bir. Ev yek girînge . Tê zanîn ku PKK bi arikariya rejima Îran. Iraq ya wî demî û Suriye li herêmên Kurdistanê hatin cih kirin û rejima Suriye herêm radestî çekdarên PKKê kir.
Çekdarên PKKê li deverê bi alikariya desthilata Kurdistanê başûr jî li dijê DAÎŞê şer kirin. Azadkirina Kobanî bi xwe nimûna herî berbiçav bû.
Dema ku PKK û rêxistinên PKKê avakirîn li rojavayê Kurdistanê bûn desthilat ji bilî xwe rê nedan tu aliyek din yên siyasî. Amerika di çerçoveya şerê dijê DAÎŞê de pişgiriyek mezin da HSD û heta wek niha çeken wan, perwerdekirina wan û miaşê wan ji aliye Amerikayêve tê cihbicihkirin. HSD ji kurdan , ereban û ji kêmnetewên din pêkhatiye. Hêdî ne li tene Kurdistanê di nav herêmên ereban de jî bibû xwedî desthilat.
Bi destbexşîya desthilata Kurdistana Başûr û însiyatîfa serok Barzanî 3 cara di nava siyaseten girêdayî PKKê û ENKSê Peyman hatin îmzekirin. Lê mixabin tucara ew Peyman neketin di partîkê de. Ji ber ku PKKê nedihişt.
Desthilata rojavayê Kurdistanê çewebû? Li herêma rojavayê Kurdistanê, bi dehan endamên partiyên nava ENKSê de dihatin girtin û dêxistin zîndanan de. Bi dehan endamên PDKSê û hinek partiyên din bê seruşûn ji aliye çekdarên PKKê ve winda bûn hatin kuştin.
Navê Kurdistanê û Ala Kurdistanê qedexebû . Navê xwe kirin Xweseriya nizanim çiyê Sûriye.. Gelek çalakiyên aliyên siyasî yên kurdî dihatin astenk kirin.
Di baweriya min de eger ala Kurdistanê li ser herêmekî ya Kurdistanê ne bilind be, ew der ne xwedî statûyekî Kurdistanîye. Vêca kî û çewe li wê herêmê xwedî desthilatbe ne gelekî giring e.
Ji aliyek din ve di roja xwe de ENKS di nava opoziyona Sûrî de bûn. Li dijê rejime li gel opozisyonê cih digirtan û tevdigerîn. PYD û hevalbendên wê behtir nezikî rejime bûn pêwendiyên wan li gel rejime hebûn. Heta rejime hemû bingehên xwe radestî HSD kirin. Gelek cara HSD jî hinek deverên ku dixêstin di bin kontrola xwe de radestî hêzên rejime dikiran.
Li rojavayê Kurdistanê PKK û hêzên girêdayî PKKê yanî desthilata heyî, Pêwendiyên wan li gel Îranê, li gel rejima Sûriye û li gel Heşda Şeibî hebûn. Ji aliyek din ve pêwendiyên ENKSê li gel Kurdistana Başûr, li gel Tirkiye û opozisyona Suiye hebûn. Ev rastiyeke û mirov nikare pêwendiyên PKKê li gel van hêzan meşru bibine û tene ENKSê bi pêwendiyên li gel Tirkiye û cihgirtina di nava opozisyonê tawanbar bike. Ev siyasete ku, rêgiriyê li yekitiya nava mala kurd de dike.
Niha ji bo kurd bibin yekdest û yekitiyek di nava mala Kurd de li rojavayê Kurdistanê çêbe, divê zemînê wê bê amadekirin. Hema bi gotina ev yek pêknayê. Siyaset bi hissiyetê nayê rêvebirin.
Siyaseta PKKê rê nade ku, statûyek Kurdistanî li rojavayê Kurdistanê bê avakirin. Ji ber ku ew li dijê dewletbûna Kurda vekirî tevdigerin. Ji bo vê gerek kurdên Sûriye ji bo berjewendiyên xwe û destxistina mafên netewî ji dev siyaseta li dijê dewletbûna kurda berdin û vê yekê ji Raya Giştî re ragihinin. Dê hingê behtir zemînê yekitiyeka Kurda li rojava bê amadekirin. Bila ENKS û aliyên PYDê peymanekî îmzebikin û hêzên çekdarên ENKSê û PYDê jî bibin yek û statûya Kurdistanê biparêzin.
Kurd nikarin di nav du hêzên li ser bingehê mezhebi hatîn damezirandin tercihekî bikin. Bila terciha kurda ji bo berjewendiyên wan ên netewîbin.
Eger PKK di siyaseta xwe ya xelet û ne Kurdistanî de israr bikin, ne yekitiyek di nava kurdan de pêktê û ne jî kurd li rojava dibin xwedî stûyekî. Dê herêma ku îro PKK lê desthilate û her gavê dikare ji deste wan derkeve.
Bawerim bi rûxandina rejima Esed a faşist firsendek ji bo Kurda derketiye holê. Gerek Kurdên rojava li gora berjewendiyên xwe yên ji bo destxistina mafên xwe yên rewa tevbigerin û ev firsenda zêrîn bibe sedemê ku, statûyek Kurdistanî li rojavayê Kurdistanê bê avakirin.
Ji alik din ve , me bivê û nevê îro Tirkiye li siyaseta Sûrî de û pêşeroja vî welatî de bûye xwedî bandor. Gerek ev yek ber bi çav bê girtin. Ji aliyek din ve Amerîka û Fransa ji bo yekitiya Kurda li rojavayê Kurdistanê hewldidin. Serokê Herêma Kurdistanê dikare rolek sereke di yekitiya kurdên rojava de bileyze û di vê derbarê de texsîrekî jî nake.
Gerek em hemî wek kurd vê derfeta zêrîn bibinin û li gora wê jî tevbigerin û nirxandina bikin û bikaribin bi awayekî bibin arîkar ji bo yekitiya hêzên siyasî li rojavayê Kurdistanê. Armanca sereke ewe ku rojavayê Kurdistanê Kurd bibin xwedî statûyekî Kurdistanî û bibin nimûneyek ji bo istiqrara herê mê bi xwe jî.
Eger ev statûya ku behsê dikin pêkwerê, dê rê li pêşiya gelek tiştan û di nav de dewletbûna Kurdan jî bi awayekî veke.
17.12.2024