Civak

Peyam a Serok Barzanî di roja Ala Kurdistanê de

Serok Barzanî îro 17.12.2024an, bi boneya Roja Alaya Kurdistanê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Alaya Kurdistanê peyama aştî, pêkvejiyan, xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye. Roja Ala li hemû Kurdistaniyan pîroz be. ”

Îro 17ê Berçile, Roja Alaya Kurdistanê ye û bi vê boneyê, çendîn merasîm li saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê tên lidarxistin.

Piştî Serhildana Kurdistanê ya sala 1991ê, ev ala li ser baregehên partî û dezgehên ragihandinê hat bilindkirin.

Di 19/6/2009 de, Parlamentoya Kurdistanê roja 17ê Berçile wek Roja Alaya Herêma Kurdistanê ragihand.

Back to top button