Alaya Kurdistanê sembola têkoşîna gelê Kurdistanê û sembola yekitiya me ye..
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17.12.2024an, li Kelha Hewlêrê beşdarî merasima Roja Ala Kurdistanê bû.
Di merasimê de ku hijmareke nûnerên pêkhateyên olî û neteweyî yên Herêma Kurdistanê amade bûn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê li gelê Kurdistanê, hêzên Pêşmerge û malbatên şehîdan pîroz kir.
Tekez kir jî, “Alaya Kurdistanê sembola têkoşîna gelê Kurdistanê û sembola yekitiya me ye, ji ber wê divê her Kurdistaniyek vê alayê bilind bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Herêma me ber bi guherînên bilez ve diçe û bûyerên hestiyar diqewimin, lewma divê hemû hêzên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo parastina welat yekhelwest bin, ji bo rûbirûbûna astengî û guhertinên li herêmê. Herwiha divê hikûmeteke bihêz a berfireh bê avakirin, da ku em amade bin ji bo rûbirûbûna guhertinan û berdewam bin di xizmetkirina berjewendiyên gelê Kurdistanê de.
Di dawiyê de, Serokwezîr spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê kir ku tevî hemû zext û zor û zehmetiyan di dema derbasbûyî de bi ser de hatine, lê bi xweragirane rawestiyan,bi taybet ku zexta neşandina mûçe û mafên darayî yên gelê Kurdistanê, ew xiste nava rewşeke nehevseng de, lê belê her li ber xwe dan. Ji ber wê jî ez spasiya gelê Kurdistanê dikim û destxweşiyê jî li wan Pêşmergeyên qehreman dikim ku hertim ji bo parastina ax û welatê me amade ne xwe feda bikin û li eniyên pêş ên berevaniyê ne.