Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Çekê kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî nîvroya roja sêşemê 17.12.2024ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da bi birêz Jan Shnaidauf Balyozê nû yê Çekê li Iraqê ra pêrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hemû piştevaniya xwe û hemû aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bona ku di erkê xwe da serbikeve nîşan da.

Balyozê nû yê Çekê bi serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe diyar kir û tekez kir ku, welatê wî bi giringî li têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê ra dinêre û ji bona vê jî ew dê lêbixebite ku, têkelî û hevariyên hevbeş yên di navbera her du aliyan da di hemû waran da pêşde bibe.

Têkiliyên Bexda û Hewlêrê, rewşa Iraqê û pêşhateyên herêmî bi giştî mijarên din yên civînê bên ku, Konsulê Giştî yê Çekê li Herêma Kurdistanê tê da amade bû.

Back to top button