Polîtîk

Ji bo agirbestekî DYA li gel Tirkiye hevdîtina dike

Berdevkê Wezareta Derve Matthew Miller di 17ê Kanûna Duyem de got ku Amerîka navbeynkariya dirêjkirina agirbesta di navbera çekdarên alîgirên Tirkiyê û HSDê de kiriye û lihevhatineke berfireh bi Enqerê re dixwaze.

Miller di civîna çapemeniyê de axivî û got, “Agirbesta Minbicê ya ku dema wê bi dawî bibû, heta dawiya hefteyê hat dirêjkirin û bi eşkereyî em ê hewl bidin ku agirbest heta pêşerojê bê dirêjkirin.” Piştî çekdarên ku Tirkiye piştgirî dide derbasî Minbicê bûn, hat ragihandin ku di 9ê Kanûnê de di navbera DYA û Tirkiyeyê de li ser vekişîna bi ewle ya QSD’ê ji bajêr lihevkirinek çêbûye.

Piştî van daxûyaniyan hevdîtin berdewam dikin. Herî dawî Mazlum Ebdî da xûyakirin ku, ew amadane devera Kobanê bê çek bikin. Hevdîtin berdewam dikin, lê dixweyê herî dawî eger daxwaza Tirkiye neyê bi cihkirin dê HSD mecbûrbin ku ji Kobanê vekişin.

Back to top button