Parlamentoya Swîsreyê komkujiya ku sala 2014an li Şingalê li Kurdên Êzidî hat kirin bi fermî nas kir.
Endamên Parlamentoya Swîsreyê li ser erêkirina komkujiya êzidiyan dengdan kir. 105 parlementeran dengên erê dan û 61 parlementerî jî, ji komkujiyê re gotin na û 27 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn. Di encam de komkujî hate erêkirin.
Ev biryar beriya niha ji aliyê Komîsyona Siyaseta Derve ve hatibû qebûlkirin.
Biryar piştî pêşniyara Komîsyona Siyaseta Derve ya Parlamentoya Swîsreyê ku 4 û 5ê Çiriya Paşîn bi 12 dengan li dijî 10 dengên na û dengekî bêalî hat qebûlkirin.
Komîsyona Siyaseta Derve ji Parlamentoya Swîsreyê xwest ku di rûniştinê de pêşnûmeya komkujiyê bikeve rojevê.
Di rûniştinê de li ser navê Komîsyonê endama Partiya Sosyal Demokrat Molîna Fabîan axivî û diyar kir ku komkujiya ku DAIŞê li Kurdên Êzidî kiriye ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye belgekirin û îsbatkirin.