Rast e! HDP ne nunerê Kurdan e!
Cemal BATUN
Di gengeşiyên di navbeyna Parlementerê kevn parêzer / siyasetmedar Mahmut Alinak û Parlementerê Mersinê yê HDP (Partiya Demokrasiya Gelan) Ertugrul Kurkçu de ku yek ji navên xuya yê vê Partiyê ye jî, hin babetên ku bala raya giştî ya Kurd eleqedar dikin rû dan. Di dawiya van gengeşiyan de Kurkçu ji rojnameya Yurt re diyarkir ku: HDP ne nunerê Kurdan e, ger pirsgîrêkek Alinak hebe, bere here bi tevgera siyasî ya Kurd bipeyive.
Ev gotinên Kurkçu, di sosyal medya wekî: facebook, twitter û h w d de rastî rexneyên dijwar tên, herwekî ku Kurkçu nerast dibêje. Gelek kes gotinên giran ji Kurkçu re dibêjin, kesayetiya wî dixin bin tawanan de. Lê, ger mirov li HDP, dîroka vê Partiyê, misyona vê Partiyê, bernameya vê Partiyê, aliyên ku ev rêxistin avakirin binere dê bibîne ku: Gotinên Kurkçu rast in. Divê mirov xwe ne li ser gotinên Kurkçu aciz bike, lê girêdayî HDP xwedî zanyariyên zelal be û wan hawîrdorân bibîne/nas bike ku HDP wekî partiyek Kurd an jî nunerê Kurdan derdixin pêş. Hingê ev rastî jî derdikeve holê / pêş ku: di têkiliyên bi dezgehên Tirkiye re ku di derdora – ”pêvajoya çareseriyê” de pêk tên HDP nikare temsîl / nuneriya doz û pirsa Kurd bike! Li gor gotinên Kurk2u bi xwe: HDP ne nunerê Kurdan e! Wê demê derdikeve ku: HDP di vê pêvajoyê de, ne wekî nunerê Kurdan, lê wekî nunertiya nirxên 2epgîriya Tirk amade dibe: Derdikeve ku Kurd divê wan xeyalan nekin ku doz û daxwazên wan ên neteweyî tên muzakere kirin!…
Em li gruba parlementerên HDP meyzînin, dê wêneyê HDP baştir were ber çavan.
Kurkçu: parlementerê Mersinê û herweha Serokê şerefê yê HDPê ye, di dema damezrandina HDP de li gel parlementera Istanbulê ya HDP Sebahat Tuncel hevserokên HDP bûn.
Abdullah Levent Tuzel: Parlementerê Istanbûlê ye. Çepgîrê Tirk e. Nursel Aydogan: Parlementera Diyarbekrê ye, Tirk a Bulgaristanê ye. Çepgîr a Tirk e. Sirri Sureya Önder: Parlementerê Istanbûlê ye. Çepgîr ê Tirk e. Ev navên min diyarkirî ji çepên Tirkan tên û di her imkan û derfetê de hest û helwêstên xwe dijî tevgera neteweyî ya Kurd diyar dikin. Bi ser vê de: ger em li zêdeyên parlementerên HDP ên ku esilkurd jî temaşe bikin, ew her roj daxuyaniyan li dij tevgera neteweyî ya Kurd û daxwazên Kurdan ji bo dewletbûnê didin. Wekî: Selahattin Demirtaş ku hevserokê HDPê ye, ku di axaftina xwe ya dawî (03. 01. 2015an de) li bajarê Wanê de jî hest û dîtinên xwe li dij dewletbûna Kurdan anî zimên û diyarkir ku HDP ne nunerê Kurdan, lê ya gelên Tirkiyeyê ye. Sebahat Tuncel ku yek ji berdevkên pêş a HDPê ye, di her derfetê de dijayetiya xwe li hember daxwazên dewletbûn a Kurd û tevgera neteweyî ya Kurd tîne zimên û dijberek Kurdistanê ye. Aysel Tugluk ku parlementera Wanê ye: li Tirkiyeyê yek ji hezkirên mezin a Ataturk tê zanîn. Ew di gelek nivîsên xwede heyraniyên xwe ji bo Ataturk bi eşkereyî tîne zimên û herweha dijayetiya xwe hemberê tevgera neteweyî ya Kurd.
Li ser hest û helwêstên HDP, misyonerên HDP, birêvebirên HDP ya dijayetiya tevgera neteweyî ya Kurd bi sedan, bi hezaran nimûne hene û mewcud in. Ji bo vê ya girîngtir ew e ku: Kurd, potansiyela Kurd a neteweyî rastiyan eşkere bibînin û nirxandinên xwe li gor van rastiyan bînin zimên. Raya giştî ya Kurd bête agahdarkirin ku: parêzvanên doza Kurdistanê ne HDP û derdora HDP ye. Ew camêran bi xwe diyardikin ku: ew ne mesulë doza neteweyî ya Kurd in. Ew nêzîkê parastinên misyona çepîtiya teng a Tirk in, parêzvanên nirxên Kemalizmê û sînorên misak – i milli ya Tirkiyeyê ne. Wan dev ji nuneriya Kurdan berdaye. Bere Kurd jî, Kurdên xwedî hestên neteweyî û xebatkar / daxwazkarê Kurdistanê ne jî; divê dev ji HDP berdin. Nedin peyvê partiya ku – wan û helwêstên wan naxwazin!…
Stockholm: 05 Çile 2015
________________________________