Hizbûllah, PKK û potansîyela Kurd
Nûrî Çelîk
Destên tarî bi armanca Kurd bi Kurd bide Kujtin di navbera PKKê û Hizbûllahê de nîqaşek mezin da destpêkirin. Tirsa salên 92-93-94 bi paşde vegeriya, tirsa destpêkirina kujtîyên faîlî mechûl dîsa ket rojevê û bêhna şerê Hizbûllah û PKK ji van şik û gumanan fûriya, difûre.
Di salên 92-93an de jî heman kiryar hatin kirin. Potansîyela welatparêzî, potansîyela Kurdperwerîyê berfireh û xurt bû. Kesên ku ne Hizbûllah û PKKî bûn, kesên ku Kurdperwer bûn û dixwestin siyasetek ji derveyî van herdu hêzan bimeşînin, di nava liv û tevgerekê de bûn. Û tam di vê demê de, ji nedîtî şerê Hizbûllah û PKK dest pê kir. 17 hezar welatparêz û Kurdperwer hatin qetilkirin. Ji rewşenbîran bigrin heta bi bazirgan û siyasetmedarên ku karîbûn bibin kadir û rêveberîya doza Kurd a pêşerojê bikin, ji holê hatin rakirin. Bi mahneya “alîkarîya PKK” bi hezaran kadir û kedkarên ku bi xwe ne PKKî bûn û ne jî Hizbûllahî bûn, hatin qetilkirin. Piranîya wan welatparêzan yan ji bingeha PDK-KUK ê bûn, yan ji bingeha hinek siyasetên din bûn, yan kesên ku ji PKK veqetiyabûn, yan kesên ku dilxwazên PKK bûn lê siyasetek netewî dimeşandin, yan jî welatparêzên serbixwe û bê teref bûn.
Tenê li bajarekî piçûk mîna Nisêbînê 1500 welatparêz û kedkarên doza Kurd hatin qetilkirin. Lê balkêş e, di vî şerê qirêj de tu kadir û rêveberên Hizbûllah yan PKK nehatin kujtin. Piştî qetilkirina 17 hezar welatparêzên faîlî meçhûl, ew potansîyela ku wê di pêşerojê de ji dewletê û hinek alîyan re bibûya serêş û asteng, ji holê hat rakirin, meydan dîsa ji PKK û dewletê re ma. Ji ber ku meydan vala bû û êdî hewceyî bi Hizbûllahê nema, operasyonên li dijî Hizbûllahê dest pê kirin û serokê wê Huseyîn Velîoglû li Stenbolê hat kujtin, kadirên wê hatin girtin. Piştî eşkerekirina JÎTEM û Ergenekonê, belge bi belge derket holê ku Hizbûllah ji alî dewleta kûr û Ergenekonê ve hatiye damezirandin û hinek rêveberên Ergenekonê ev tişt qebûl kirin. Ango, şerê Hizbûllah û PKK şerekî bi şêwr û mişêwr bû, di vî warî de jî dewleta kûr bi ser ket û potansîyela Kurdperwer ji holê hat rakirin.
Îro dîsa heman pirs û tirs di serê Kurdan de diçin û tên. Gelo dîsa heman lîztik tên lîztin?
Di kiryarên 6 û 8an de, di kiryara bajerokê Cizîrê de 3 texmîn tên rojevê. Yek jê; me li jor behsa wê kir, tunekirin û rakirina potansîyela Kurd û rêlibergirtina pêşketina hestên Kurdewarî, tunekirina alternatîfên din.
Texmîna duyem: Şerê AKPê û cemeeta Fethûllah Gulen. Gelek kelemşorê alîgirê AKPê ku, gelek ji wan wek şêwirmendek ji yê dewleta kûr û Ergenekonê tê qebûlkirin, ji berî çendakîye go balê dikşînin ser berî bi çend rojan di bal kişand ser xurtbûna tevgera Fethûllah Gulen û dibêjin ku: „tevgera Fethûllah Gulen li Tirkiyê û Amedê binê PKK dikole, wê lawaz û bêtaqat dike, ev yek jî me pir aciz dike“.
Li gora îstatîstîkan, 2 hezar dibistan û di navbera yek milyon jî endam û alîgirên tevgera Fethûllah Gulen hene. Hejmarek pir mezin û balkêş e. Tê zanîn ku beşek mezin ji vê hejmarê li bakur û başûrê Kurdistanê bi cîh bûne û çalak dixebitin. Heger ev îstatîstîk rast bin, şik û gumana ku ew dike ne dûrî aqterefgirê AKPê ilan e û îhtîmalek piçûk be jî, belkî dewleta kûr ya ser bi Fethûllahcîyan ve bixwaze PKKê û Hizbilahçiyan bera hev de da ku desthilatiya AKPê hilweşîne.
Texmîna sêyem jî ev e ku belkî hikûmeta AKP bixwaze Hizbûllahê di qada siyasî û sivîl de li himber KCK û HDPê bi kar bîne da ku hêz û qiweta HDPê bişkîne, wê ji çap bixe û di hilbijartinên Hezîranê de ji vê îstîfade bike, deng û rayên HDPê beravêtî bike.
Di her halûkarê ev tevdanên dawî go bi riya PKKê û Hizbûllahê tên kirin ne normal e, dûrî aqilan e û di serê herkesî de şik û gumanan çêdike. Çima AKPê bi lez û bez, piştî temamê tehdît û derxistina yasayên ewleyî ji nişê ve ’’ pêvejoya çareseriyê’’ xist qonaxek nû, çima îro û ne benc meh berê?
Lê tiştek neyê jibîr kirin go, di qada siyasî û demokratîk de mafê herkesî, mafê her dezgeh û partîyê heye ku siyasetek sivîl û demokratîk bimeşîne. Ev maf mafê HÜDA-PAR û Hizbûllahê ye jî. Heger Hizbûllah wek berê dest navêje çek û dest bi kujtina Kurdan neke, ew jî wek herkesî xwedî maf e ku siyaseta sivîl bike û hetta têkeve meclîsê jî. Siyaseta sivîl û demokratîk mafekî rewa ye û bi şertê ku şerê Kurdan neke, Hizbûllah jî xwedî maf e ku ji vê siyaseta sivîl îstîfade bike, dîtin û daxwazên xwe bîne ser zimên û mafê kesekî jî tune ku bi tehdît û zirt û gefan rê li ber wê bigre, bibe sedemê şerê brakujî û kujtina Kurdan.
Dil dixwaze ku Kurd dîsa venegerin salên 92-93-94 û xwîna Kurdan dîsa bi destê Kurdan neyê rêtin. Dil dixwaze ku çi Hizbûllah dibe çi jî PKK dibe, neyên lîztikên dijminên milletê Kurd û nebin sedemê têkbirina destketinên ku îro Kurdan di qada siyasî û demokratîk de bi dest xistine.
Ez hêvîdarim wê ewrên reş û tarî yên salên 92-93 li ser Kurd û Kurdistanê negerin, xezeba dijminan li ser me nebarînin û kêfa xelkê li me neynin